Li Amedê 23 endamên KCDê hatin girtin

Li Amedê 23 endamên KCDê hatin girtin

Di operasyona li hember endamên Kongreya Civaka Demokrat (KCD) de, bi giştî 23 kes hatin girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serdozgerîya Amedê, bi tometa endamtîya rêxistina terorê, derbarê 64 endam û rêveberên KCDê de biryara binçav kirinê da.

Polîsê Tirkîyê, bi fermana serdozgerîyê, li Amed û çend bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkîyê operasyon encam dan û 45 kes binçav kirin.

Kesên lêpirsîna wan temam bûne, beş bi beş arasteyê dadgehê hatin kirin û di encamê de bi giştî 23 kes hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî di nav de, 22 kes bi kontrola dadî hatin berdan.

Ji bo binçav kirina 19 kesên din jî operasyon berdewam dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin