Lawje ji bo piştgirîya Şanoya Bajêr konserek pêşkêş dike

Lawje ji bo piştgirîya Şanoya Bajêr konserek pêşkêş dike

Konser bi nave "Ji Lawje klasîkên kurdî" li dar dikeve. Konser 12'ê avarê saet 20'an de dê li Salona Konferansê ya Demîr Otela li Sûra Amedê li dar bikeve.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şanoya Bajêr a Aemdê û Lawje bi hev re konserek xweş li dar dixin. Şanoya Bajêr a Amedê ku niha ji bo çêkirina cihê xwe yê nû dixebite û di vê xebatê de pêdivî bi alîkarîyê heye, konserek alîkarîyê lidar dixe. Konserê wê Lawje bide û pereyên ji konserê bên dê ji bo cihê nû yê şanoyê bikan bînin.

Konser bi nave "Ji Lawje klasîkên kurdî" li dar dikeve. Konser 12'ê avarê saet 20'an de dê li Salona Konferansê ya Demîr Otela li Sûra Amedê li dar bikeve.

Li alîyê din Şanoya Bajêr bi ser "fongogo" re alîkarî daye dest pê kirin û hefteyek maye ji bo bidawîbûna kampanyayê.

Ji bo yên bixwazin bilêtên konserê bikin:

0505 746 04 03

Ji bo bi ser fongogoyê re alîkarî:

https://fongogo.com/Project/amed-sehir-tîyatrosu-yeni-sahne-projesi-5

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Nûçeyên eleqeder