Lavrov serdana herêma Kurdistanê dike!

Lavrov serdana herêma Kurdistanê dike!

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Duşemê 7ê Cotmehê serdana Bexda û Hewlêrê dike û bi berpirsên bilind ên Iraq û Herêma Kurdistanê re dicive.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Biryare îro Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi serdaneke fermî serdana Iraqê bike û bi her sê serokatîyên Iraqê re derbarê pêwendîyên Iraq û Rûsyayê de bicive.

 

Piştre jî Lavrov serdana Hewlêrê dike û bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re derbarê pêwendîyên Moskowa û Hewlêrê û rewşa navçeyê û pêwendîyên aborî de dicive.

 

Serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê ji Bexdayê re, hevdem e bi xwepêşandan û alozî li çend bajarên Iraqê ji hefteyekê ve hene û bi taybet li Bexdayê û encamê de zêdetir ji 100 xwepêşanderan hatine kuştin û bi sedan birîndar hene.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin