Lavrov ligel serkirdeyên Kurdistanê civîya

Lavrov ligel serkirdeyên Kurdistanê civîya

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Hewlêrê ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civîya û di hevdtînan de peywendîyên dualî hatin gotûbêjkirin.

A+A-

Rûdaw

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Duşema 7ê Cotmehê piştî serdana xwe ya Berxdayê saet 18.40 Hewlêrê û ji alîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Yekem hevdîtina Sergey Lavrov li Hewlêrê ligel Mesrûr Barzanî bû. Lavrov pişt re serdana Serok Mesûd Barzanî kir. 

Lavrov piştî hevdîtina ligel Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî, ji alîyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Mijarên sereke yên hevdîtinan peywendîyên sîyasî, aborî û leşkerî bûn.

Serok Barzanî bo Rojava daxwazek kir

Endamê Polîtbûroya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hişyar Zêbarî derbarê naveroka hevdîtina Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Rûsyayê de ragihand ku Barzanî daxwaz ji Lavrov kir ku ew bo Rojavayê Kurdistanê desthilatdarîya xwe bikar bîne û ti zerarek negiheje wê perçeya Kurdistanê.

Endamê Polîtbûroya PDKê Hişyar Zêbarî ji Rûdawê re dîyar kir ku di hevdîtinê de Serok Barzanî ji Sergey Lavrov re gotiye ku ew naxwazin li Rojavayê Kurdistanê karesateke mirovî rû bide û ji wî xwestîye ku bila rêveberîya Moskowê li hemberî wê yekê helwesta xwe nîşan bide.

Hişyar Zêbarî serdana Lavrov bi girîngî pênase kir û got: “Ev serdana birêz Sergey Lavrov gelek girîngîya xwe heye. Ev yekem car e ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Herêma Kurdistanê dike, lewma em vê rojê  weke rojeke dîrokî dibînin. Hevdîtin gelek bi erênî derbas bûn û me danûstandinên baş kirin. Di hevdîtinê Lavrov kêfxweşîya xwe li hemberî nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê nîşan da.”

Zêbarî da zanîn ku daxwaze Serok Barzanî ji Lavrov hebû û wiha pê de çû: “Pêşhatên vê dawîyê yên li Rojavayê Kurdistanê hat gotûbêjkirin. Di vê mijarê de têgihiştineke hevbeş hebû. Em bi zelalî eşkere kir ku operasyoneke leşkerî dê bibe sedema bêaramîya. Serok Barzanî daxwaz ji Lavrov kir ku ji bo li rê li ber girtina karesetake mirovî û pêleke din a koçberîyê li wê herêmê desthilatdarîya xwe bikar bînin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin