Lavrov: Em ji dîwarên li Efrînê haydar nînin

Lavrov: Em ji dîwarên li Efrînê haydar nînin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ti agahiyên wan li ser avakirina dîwarekî li Efrînê nîn e û Tirkiyê ji wan re gotiye ku karên wê li bakurê Sûriyê demkî ne.

A+A-

Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ti zanyariyên wan li ser avakirina dîwarekî li derdora Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve nîn e û got: Tirkiyê ji me re gotiye hemû rêkarên wê li bakurê Sûriyê demkî ne.

Demek e artêşa Tirkiyê dîwarekî cementoyî li navçeya Şêrewa ya Efrînê ava dike. Çalakvan û şopîner dibêjin, armanca avakirina vî dîwarî birîna Efrînê ji xaka Sûriyê ye.

Herwiha Lavrov tekezî li ser wê yekê kir, divê rêkeftina Edeneyê ya di navbera Sûriye û Tirkiyê were bicihkirin.

Derbarê rewşa Idlibê de jî got: Mayîna teroristan li Sûriyê nayê qebûlkirin û mafê dewleta Sûriyê heye kontrola hemû xaka xwe bike û wan navçeyan ji terorê pak bike.

Ji aliyekî din ve û li ser pirsa çekdarên DAIŞê yên li cem HSDê girtî ne Lavrov got, welatên Ewropî red dikin çekdarên DAIŞê yên regeznameyên Ewropî pê re ne werbigirin û ew welat hewl didin ew çekdarên DAIŞê li Iraqê bêne girtin.

Herwiha got, niyaza Amerîka heye wan çekdarên DAIŞê serbest berde, ev yek jî nabe were kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin