• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 38 °C
  • Hakkari 28 °C
  • Şırnak 33 °C
  • Ağrı 28 °C

Kurdistan, yan jî Çend Bîrên Neftê?

Şeyhmus Ozzengîn

Ev dem demek wiloye ku divê Kurdperwer û niştimanperwer, çavên xwe û guhên xwe vekirî bihêlin, vicdanê xwe baş bikar bînin. Bibin dengê berjewendî û rastîya netew û welatê xwe.

Bi despêka vê sedsalê re fersendek derketîye pêşîya netewa me. divê ji bona berjewendîyên grûbek, an jî malbatekê, Kurd û Kurdistan vê fersendê wenda nekin.

Hinek di Kurdistanê de, li henber dagirkeran, talankeran  şer dikin, xwîna xwe dirijînin û cangorî dibin; lê hinek jî bê ku hurmetê ji van hêjayîyan re bigirin, ji bona hesabên piçûk, berjewendîyên grûbî û malbatî; êrîşî ser berjewendîyên netewa me dikin û vê keda pîroz, van serkeftinên pîroz piçûk dinirxînin. Lê nayê bîra wan ku bi saya serê van xwebexşan, ew jî li ser wê axa pîroz dijîn!

Ji van kes û rêxistinan re sînor û hesasîyet nemaye. Çavên xwe girtine, resas berdane qullên guhên xwe û berjewendîyên hizbî, berjewendîyên şexsî û malbatî ji xwe re kirine navenda Kurdistan û her êrîşî destkevtinên netewa Kurd dikin.

Ji beşek Ronakbîr-siyasetmedarên Silêmanî re ev kar ne tiştekî nû ye. Bi dehsalan e, rewşenbîr-Siyasetmedarên Silêmanî Lehça Soranî kirine zimanê Kurdî û her wilo diparêzin. Ji wan re Soran „efendîyên Kurdan" e. Silêmanî navenda Şehredarîya Kurdistan e. Deverên din, lehça kurmancî „zimanê gundîya ne, yên ji dervê wan ne xwende ne, cahîl û nezanin"(!)

Lê di dîroka Koledarîya İraq de yên ku herî pir ketine nav sîstema koledaran, bi wan re ketine têkilîyan û ji wan re xizmet kirine û hertim berê kurdan dane Bexda û Tahran dîsa hinek siyasetmedar-ronakbîrên Silêmanî ne.

Qurre ne, pozbilindin û ji quretîya xwe, mûyê ber pozê xwe jênakin; lê kes nikare ji wan re bêje „serê sola we xware"(!) her ew xwedî mafin.

Piştî şikenandina DAİŞ, Başûrê Kurdistan hewl dide ku vegere ser konsepta xwe a çareserkirina pirsgirêkan û pêşeroja netewa xwe. Di vî warî de Serokê Federasyona Başûrê Kurdistan Mesut Barzanî eşkere kir ku "dive partî û siyasetmedarên Kurd dev ji hesabên piçûk berdin û ji bona çareserkirina qeyranên navxwe werin cem hev, ji hev re yekrêz û bi hev re li çareserîya pirsgirêkan û li çarenûsa pêşeroja netewa xwe bigerin!"

Di vî warî de her hewldan ji terefê Îran de bi destê Nûrî El Malikî û beşek ji YNK û Tevgera Goran hat sabote kirin. Li henber İraq, ji bona dan û stendin û parastina mafên netewa Kurd, her destê hikûmeta Kurdistan hat zeîfkirin û hewldanên dijminên Kurdistan xurt bû. Fersenda mudaxaleya nav siyaset û di nav dolivgerîya Kurdistan da û destê dijminan dirêj kirin.

Ji dêlva ku mesajên yekrêz, xurt û parêzgerîya netewa Kurd û Kurdistan bidin cîhanê, tam tersê wê her gotin; "em di nav xwe de perçe perçene û nabe ku em bibin yek"(!) Ev jî her ji dost û dilxwazên kurdan re bûn sebebên dudilîyê. Sistîyek piştgirîyê jî derxist pêşberî têkilîyên dîplomasîyê.

Di Kurdistan de eşkere bû ku du cûre şer dimeşin: Şerek jê şerê serxwebûn û avakirina dewletek kurdistanî ye.

Şerê din jî redkirina "dewletek Kurdistanî" û doza çend bîrên nefta herêmê ye. Bi şiklekî eşkere naxwazin ku Kurd bibin xwedîyê biryara qedera xwe û welatê xwe wek netewekî azad û bêminet li ser axa xwe bijîn. Bi çavekî bezirganî li doza Kurdistan dinêrin û dixwazin qezencên netewa Kurd di xizmeta wan berjewendîyên şexsî û hizbî û malbatî de bêt bikaranîn.

Ji bona van berjewendîyan jî biparêzin, li ser navê xwe, li ser navê partîyên xwe û li ser navê malbatên xwe, bê ku şerm bikin bi dijminên Kurdistan re dikevin têkilîyan. Otorîteya parlemento, hikûmet û Serokatîya Federasyona Herêmê binpê dikin. Bi Bexda re, bi Tehran re li çareserîya bidestxistinên hizbî, malbatî  digerin, bê ku otorîteya Hevlêr nas bikin, qebûl bikin.

Hêzên xwe dixin dewrê û bi İraq û Îran re peymanan îmze dikin. Hêzên xwe dixin dewrê û bi zora çekan dest datînin ser bîrên nefta Kerkûk. Li gor peymana ku bi İraq û Îran re li ser navê YNK û Tevgera Goran, an jî siyaseta Silêmanî îmze kirine, bicîh bînin.

Li gor vê peymanê, dive "rojane 20 hezar bermîlên neftê ji Kerkûkê ji bona Silêmaniyê", ji bona partî û malbatên  wan bêt veqetandin. Ji bona ku "bi tanqêran ji Îran re bêt şandin"(!)

Piştî ku ev biryara wan a bi Îran û İraq re neçû serî, çare di biçekan dest danîna ser bîrên neftê de dîtin!

Sîyasetmedarên Silêmanî, dijminê Hevlêr û dostê Îran, İraq û Nûrî El Malikî ne.  Hemahengîya di navbera wan de hêjaye gotinê ye(!) Bûne parêzgerên terora ŞÎi a Tehran.

Bûyera Kerkûk û Şingalê bi yek armancê pêkhatiye. Herdû hewldan ji di eynî demê de bi yek armancê pêk hatine. Hemahengiyek hebûye ku li Kerkûkê pirsgirêkek û li Şingalê pirsgirêkek din ava bikin. Di her du rewşan de jî berpirsyarî dikeve ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji ber vê heta naha nayê zanîn sedemê pişt her du bûyeran çiye? Lê dema ku em daxwezên dewletên dagirker û van bûyeran datînin ber hev, em baş dibînin ku ji yek armancê re xizmetê dikin. Ew jî pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan e.

  Li herêmên xwe dizin û li hevlêr jî şirîkên hikûmetê ne, lê nahêlin hikûmet jî  kar bike. Herî pir behsa "dewletek yasayî" dikin, lê di eslê xwe de dijminê yasa û qanûna ne. Ji ber ku ev grûbên berjewendîkar ji demên wusa wêrektîyê digirin û bingehê ji alozîyan re çêdikin ku şertên dizî û talankirinê derkeve mazatê, ew kesên berpirsiyar jî rola xwe nalîzin.

Ev zêdayî du salan e li Başûrê Kurdistan şerrekî dijwar meşîya. Kurdistan bi sedan nemir û bi dehhezaran birîndar dan. Di rêyek zanîst de pêşmergên qahreman di bin Serokatîya Herêma Kurdistan de hat bi rêk û pêkkirin. Serkevtinên mezin bidest xistin. Dema gavên siyasî, tomarkirina serkevtinên siyasî yên mezin e.

Siyaseta Silêmanî, Hevlêr di qada şer de tenê hişt. Suçdar kir û bû sebebê alozî û bê îstîkrarîyek mezin li Başûrê Kurdistan. Bîzat şahidê vê rastîyê yek ji wan qadroyên artêşa liqê 70 ku bi ser YNK ve bû, birêz Şêx Cafer û cîgirên serokatîya YNK Kosret Resûl û Dr. Behram Salîh bi xwe ne. Birêz Şêx Cafer şahidê organîze kirina vî şerî, pirçekkirina hêzan û organîze-perwerdeya pêşmergan bi xwe ye. Şahidê bidestxistinên leşkerî û diplomatîk e.

Nayê fêhmkirin bê ev şexsîyetên nav YNK çima bêdengin li henber van hewldanên xirab?

Hûn çend bîrên neftê, an jî welatekî serbixwe dixwazin. Divê ev rastî ji cangorîyên çeperên şer re bêt gotin!

05.03.2017

 

Bu yazı toplam 642 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar