Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!

A+A-

Netewek, dema bixwaze xwe bi xwe îdare bike û li henber bi her cûre astengan li berxwe bide, li ser ling bimîne, divê xwedî berhemên milî be. Pêşengên wî welatî divê xwedî li ked û berhemên welatê xwe derkevin, berhemên milî geş bikin û li henber kirîn û bezirganîya ji derve, parêzerê mafê welatîyên xwe, kedkarên axa xwe û dahatên xwe yên xaka xwe bin. Nehêlin, ku welatîyên xwe yên xwedî berhem, di berdestên bezirganan de têkherin û bandora bezirganîya bîyanî, berhemên welat binpê bike.

Axa Kurdistan; ji şerê yekem yê cîhanê û heta niha her dibin lingê dijminan de bi xwînê hatîye avdan. Di her goncalekê de, li ser her taht û kevirekî, li ber her devî û berqefekê, li ser her zevîyekê xwîna cangorîyekî, xwebexşekî Kurdistan tev li vê axê bûye. Axa Kurdistan pîroze. Me xwedî dike, me diparêze, stara me ye. Kedkarên vê axê bi salan şoreşên Kurdistan xwedî kirine. Divê em bi mejûyekî teze û zanîstî xwedî li vê axê û kedkarên ser vê axê derkevin û li henber destên biqirêj biparêzin! Ji destê bezirganên biyanî û ji destê bezirganên berjewendîperest biparêzin.

Ev çend roje kedkarên vê axê, gundî û cotkarên axa Kurdistan li ber derîyê Parlemento ya Kurdistan di çalakîyan de ne. Dixwazin dengê xwe bigihînin hikûmeta Kurdistan, wezareta kelûpelên Kurdistan; ku wan biparêze. Astengên xwe, binpêkirina keda xwe tînin ziman ku çareyek ji vê re bêt dîtin. Kelûpelên wan dakevin bazara milî û li henber bezirganan, hikumeta Kurdistan xwedî li wan derkeve û wan biparêze.

Mixabin li Kurdistan; ne hêza çapemenîyê û ne jî ajansên nûçeyan bi helwestek milî, xwedî li dengê cotkar û kedkarên berhemdayên axa Kurdistan derneket. Ji ber ku, çapemenî û ajansên Kurd jî di destê bezirgan de ne. Giranîya van bezirganan, rê li pêşîya deng û awaza van cotkar, gundî û kedkarên axa Kurdistan jî digire. Ji van bezirganan re berjewendî û qezencên bezirganî, ji xwedîlêderketina kelûpelên van kedkarên axa Kurdistan, bazara milî a Kurdistan bipêştir de ye.

Bazara Kurdistan, divê bazara bezirganên milî be. Burjuwazîyê Kurdistan, bezinganên Kurdistan, dewlemendên Kurdistan dive xwedî li bazara milî, berhemên milî derkeve, ku bikaribe rolê xwe yê milî bilîze. Divê em baş bizanibin ku bazara milî, bi hebûna xwedîlêderketina bezirganên milî dewlemend dibe. Gelo li Kurdistan ev hêz li ku ye û liser çi esasan kar dike?

Li Kurdistan; gundî û kedkarên axa Kurdistan, berhemên xwe di kêlekên rê de, di bin sîwan û çardaran de difroşin. Di nav van kelopelan de her tişt heye. Hewce nake ku Kurdistan kelûpelên erdê ji derve bikire û bibe sebeb ku gundi û cotkarên Kurdistan maxdûr bibin. Gundî û cotkarên Kurdistan ev heq nekirîye.   Ji Zebeş, petêx, balcanên sor û reş, îsot, bamîya, kundir, fasûlîyên şîn, sêv, erdtû,  cûre cûre tirî, qeresî, hirmî, hejîr, xox, guhîj, bihiv û tiştên din bigire, hun çi bixwazin li ser axa Kurdistan çêdibe. Çima wê Kurdistan van fêkî û kelûpelan ji derve bikire?

Ji ber ku bi hawayekî modern û bi piştgirîya hikumeta Kurdistan, bi alîkarîya koperatîfan, berhemên  gundan nehatîye organîze kirin, malê gundîyan di destê wan de dimîne. Ji bona bezirganên welat jî komkirina van kelûpelan hin buha rûdinê û hin jî zahmet dibe. Ji bona bajaran kelûpel ji dervê Kurdistan tê. Lê berhemên gundîyên Kurdistan jî di destê gundîyan de telef dibe. Ev rewş li benda dîtina çaraserîyekê ye. Kurdistan, salane, bi milîyonan dolar berheman ji derve dikire û dibe sebebê ku beşek ji perê aborîya Kurdistan here derve. Ev jî sebebek ku, cotkar û kedkarên vê axa pîroz, maxdûr bibin.

Avakirina sîstemek koperatîfî, piştgirîya kedkarên axa Kurdistan, dikare bingehek milî ji berhemên milî re derxe holê; ku li henber bezirganan û kelûpelên ji dervê welat tê, xwe biparêze.

Divê hikûmeta Kurdistan, bi biryarên yasayî, bi danîna ser bihaya gumrikê a kelûpelên ji derve tê, fînansmanekî veqetîne û vî fînansmanî ji bona piştgirîya cotkarên Kurdistan bikar bîne, ku xwedîyê van berhemên milî maxdûr nebin.

Piştî 2003 an Kurdistan dest bi jiyanek nû kirîye. Di hevparîya federal a dewleta İraq de para Kurdistan a ji butçeya Baxda ji %17, mûçe yên karmend û pêşmergan, fînansekirina perwerdeyê hatîye dan. Kurdistan bi dahata vê re, dest bi avakirinê kirîye. Rêyên modern, pir û projeyên gundan, yên avdana herêmên bêav bi hawayekî lezûbez û modern destpê kirîye. Pir proje serkevtî hatine qedandin.

Piştî 2013 Dewleta İraq dest dirêjî nifqê Kurdistan kirîye. Butçe ya Kurdistan, mûçeyên karmendên Kurdistan, Mûçeyên hêzên pêşmergan qutkirîye.  Bi dû vê destdirêjîya dewleta Îraq re, şerê bi DAÎŞ re bûye sebeb ku qeyranek aborî li Kurdistan bandorek xerab pêk bîne û hinek ji wan projeyan jî nîvco bimîne.

Dewleta İraq, xwestîye ku Kurdistan mahkûmî pêşerojek  nediyar bike. Lê di virde jî ev hewlên dewleta İraq yên neyarî biser neketîye. Kurdistan di bin vê bandorê de, xwe amadeyî gavên hîn mezintir kirîye û teslîm nebûye. Milîkirina nefta Kurdistan û amadekarîya referandûma serxwebûna Kurdistan gavên serkevtî yên siyaseta Kurdistan bûn. Kurdistan divê van gavan hîn mezintir bike û bandora berhemên milî, afirandina berhemên milî program bike û bi projeyên milî xwedî li kedkar û xwedîberhemên Kurdistan derkeve.

Îro Kurdistan gavên bidawîanîna qeyranên aborî davêje. Divê Kurdistan, wek hikûmetek federal, xwe ji bandora dewleta İraq rizgar bike. Ev jî di geşkirina projeyên milî de ye. Divê Kurdistan bingeha afirandina berhemên milî ava bike, civatek kedkar ku bi keda xwe serbilind û serkevtî derkeve holê.

Civatek ku bi mûçeyan bixwaze xwe liser ling bigire, ev têkbirina civatê bixwe ye. Divê hikûmeta Kurdistan, bi mûçeyan, civatek keslan û kurtêlxur neke hedef ji xwe re.

Civatek xebatkar, afirîner û bi keda xwe serbilind, xwedî li bazar û berhemên xwe derkeve, ji me re lazime. Divê hikûmeta Kurdistan di vî warî de xwedî proje be..

18.07.2019

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin