Kurdistan navê me ye, li navê xwe xwedî derkevin

Kurdistan navê me ye, li navê xwe xwedî derkevin

Meclîsa Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) li Ewrûpayê civîna xwe ya pêncem di 18-19ê Gulanê de li Parîsê çêkir. PAK-Ewrûpa derbarê civînê beyanek ragihand. Em li jêrê beyana wan radigihînin.

A+A-

Meclîsa Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) li Ewrûpayê civîna xwe ya pêncem di 18-19ê Gulanê de li Parîsê çêkir. Cîyê kêfxweşîyê bû  ku Serokê  Giştî yê partîyê birêz Mustafa Ozçelîk jî beşdarî civînê bû, di derbarê rewşa giştî ya sîyasî û rewşa PAKê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî ziman.

Di rojeva civînê de bêyî karên rûtînî wek raporên xebatê yê welatan û komîteyên kar, şopandina biryarên ku di civînên berê de hatibû girtin, rewşa rêxistinên welatan, karên ku di paşerojê de bêne kirin, nirxandina encamên hilbijartinên 31ê adara 2019an, em wek partî him li welat û him jî li derveyî welat nexşerêyeke çewa bidin pêşîya xwe, cî girtibû.

pak-ewrupa-paris2.jpg

Meclîsa Ewrûpayê bi gelemperî helwesta partîyê ya hilbijartinê di cî de dît, di pêvajoya hilbijartinê de li gor îmkan û hêza xwe xebata ku hatîye kirin teqdîr kir. Ji dengê hatîye girtin bêtir balê kişand ser nasandina partîyê. Partîya me ji roja hatîye danîn heta nuha weke partîyeke aktîf tê zanîn, di pratîka jîyanê de çalakîyeke mezin ev xebat û kampanyaya hilbijartinê bû. Bi taybetî jî meha berîya hilbijartinê, bi şev û roj xebat hate kirin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku li herêmên ku lê hilbijartin hebûn, hevalên heyî çi bigre hemûyan dest dan hev û bi hev re ketin kolan û qadên bajaran.

pak-ewrupa-paris3.jpg

Meclîsa me hedefa partîya me ya pêkanîna alternatîveke xurtir a neteweyî û demokratîk li bakurê welatê me wek pusula xebata xwe dibîne. Rê û xebata pêkanîna alternatîveke weha, ne tenê yekkirina partî û rêxistinan e, îro xurtkirina partîyeke ku vî karê pîroz herdem di rojeva xwe de dihêle yek ji gavên ber bi vê armancê de ye. PAK-Ewrûpa, dema pêşîya me, karê xurtkirina rêxistinî wek karê sereke daye pêşîya xwe.

eva-parise2-2019-05-22-001.jpeg

Civîn li ser doza girtina partîyê jî rawestîya û ji bo li Ewrûpayê balê bikşîne ser vê yekê û pêkanîna raya giştî ya der û dorên têkildar yên navneteweyî hinek çalakî jî dane ber xwe. Ji bo partîya me neyê girtin û helwesta Dewleta Tirkîyeyê ya teşebusa girtina partîyê bê rûreşkirin, em hemû piştgirên PAKê xwe wezîfedar dibînin.

eva-parise1-2019-05-22.jpeg

 Em bangî hemû Kurdên Ewrûpa dikin ku li dijî hewla girtina PAKê û partîyên bi navê Kurdistanê hatine damezrandin, dengê xwe bilind bikin, piştgirîya xwe nîşan bidin. Bêlê yê tê qedexekirin navê Kurdistanê ye, navê welatê me ye, ev qedexekirina hebûn û dîroka me ye.

Em spasî PAK-Fransa dikin ku mazûbanîyeke bêqusûr pêkanî, di şeva navbera her du rojên civînê de bi şevbihurkeke harmonîk em anîn ba dost û dilxwazên me yên Fransayê. Di şevbihurkê de Nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê rêzdar Alî Dolemerî, ji her çar perçeyên Kurdistanê hin nûnerên partiyên Kurdistanê jî beşdar bûn.

PAK-Ewrûpa

(Rêxistina Piştgirên PAKê li Ewrûpayê)

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin