Kurdistan: 6 kesên din bi koronayê ketin

Kurdistan: 6 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê ragihand, li Hewlêrê 6 kesên din bi vîrusa COVID-19 ketine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê îro 1ê Nîsanê derbarê rewşa koronayê de amarên nû belav kir.

Li gor daxuyanîya wezaretê, di berdewamîya pişkinînên wan de derketîye holê ku 6 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine, ku yek ji wan ji Brîtanyayê vegerîyaye.

Wezareta Tendirustîyê herwiha ragihandîye, ji wan 6 kesan 3 kes zilam û 3 jî jin in. Wezaretê herwiha daye xuyakirin, ku 4 kes ji tûşbûyên nû bi sedema têkilîya bi tûşbûyên pêştir ên li gundê Mela Omer a Hewlêrê  re bi vîrusê ketine.

Li gor daxuyanîya wezaretê, du kesên din ku jinek û zilamek in, yek ji wan di 26ê Sibata îsal de ji Brîtanyayê vegerîyaye û li ser bangewaza Wezareta Tendirustîyê  têkilî bi tîmên tendirustîyê kirîye û piştre pişkinîn jî re hatîye kirin.

Bi van 6 kesên ku îro tûşbûna wan bi COVID-19 hate ragihandin, ji destpêkê ve heta niha 176 kes li Herêma Kurdistanê bi vê vîrusê ketine.

Li Herêma Kurdistanê heta niha tenê 2 kes ji tûşbûyên koronayê jîyana xwe ji dest dane û 61 kes jî baş bûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin