Kurdek bû Serokê Parlamentoya Norwecê

Kurdek bû Serokê Parlamentoya Norwecê

.

A+A-

Parlamenterê Kurd ê endamê Partiya Sosyal Demokrat a Karkeran Mesûd Qerexanî wek Serokê Parlamentoya Norwecê hat hilbijartin.

Mesûd Qerexanî ji sala 2017an ve parlamenter e û cihê Serokê berê yê Parlamentoya Norwecê Christian Hansen girt ku çend roj berê dest ji kar berdabû.

Wî siyasetmedarê Kurd, beşa Radyolojiyê temam kiriye û berî ku bibe parlamenter, li beşên radyolojî yên nexweşxaneyan kar dikir.

Ew ji malbateke xelkê Pîranşarê ye li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê.

Mesûd Qerexanî sala 1982yan li Tehranê jiday bû û sala 1987an li gel malbata xwe koçberî Norwecê bû û welatînameya Norwecê wergirt.

Mesûd Qerexanî ku bi tevahiya dengên endamên parlamentoyê, wek Serokê Parlamentoya Norwecê hat hilbijartin, pesnê demokrasiya Norwecê da ku”rê daye kesekî penaber bibe Serokê Parlamentoyê.”

Ew siyasetmedarê Kurd dibêje, “Min li gel dayik û bavê xwe piştî şoreşeke neserketî û şer, Îran bicî hişt. Piştî geşteke dûr û dirêj bêyî ku ti pere di berîka wan de hebe, xwe gihandin Norwecê.”

Li gor gotina Mesûd Qerexanî, dayik û bavê wî destpêkê bi komkirina tûfiringiyan (çîlek) karê cotkariyê kirine, lê niha dayika wî ezmûneke 25 salî ya mamostetiyê heye û bavê wî jî berpirsekî şaredariyê ye.

Li Norwecê, Serokê Parlamentoyê piştî şahê welat, duyem desthilatdarê welat e. Serokê berê yê Parlamentoya Norwecê Christian Hansen berî niha ji ber gumana “bikaranîna avahiyeke parlamentoyê bi awayekî neyasayî” ketibû jêr zexteke zêde ya raya giştî û her bi wê sedemê berî çend rojan dest ji kar berdabû.

Siyasetmedarê Kurd û Serokê nû yê Parlamentoya Norwecê Mesûd Qerexanî tekez dike,  ew dê wek Serokê Parlamentoyê li gel hemû parlamenteran û hikûmetê kar bike da ku baweriya giştî ya xelkê bo desthilatê zêdetir bike û got jî, karekî zehmet e, “lê pêwîst e em bikin ji bo ku demokrasiya Norwecê berdewam be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin