Kurdê ku li ser hilbijartinê axivîbû hatîye tehdîdkirin !

Kurdê ku li ser hilbijartinê axivîbû hatîye tehdîdkirin !

Qenaleka YouTubeyê ya bi navê Istanbul Times li ser hilbijartinên Stenbolê bi welatiyekê re hevpeyvîn kiriye. Piştî ku welatîyî fikrên xwe gotine kêrek li dîwarê wî hatiye çikilandin û hatiye tehdîdkirin.

A+A-

Welatîyê bi navê Reîs Boz ji rojnameya Yeni Yaşamê re gotiye, siet 19ê şevê hinekan navê wî li ser dîwarê wî nivîsîye û kêr li dîwarî çikilandiye.

Reîs Boz gotiye ew dixwaze saziyên dewletê divê li hemberî tehdîdên li wî tê kirin gavekê biavêjin.

Reîs Bozî di hevpeyvîna xwe de gotibû:

“Li vê erdnîgariyê(cografyayê) ti kes dîktatoran qebûl nake. We li vî welatî gotibû feqîr, xîzan û hûn bûn desthilat û îro hûn bi xwe zûlmê dikin.

“Ew kesên (îro) dibêjin Kurdistan. Ji Sezaî Temellîyî re gotibûn bila bicehime û biçe Bakurê Iraqê. Vê desthilatê ev gotin gotibûn.

“Wek ev jî ne bes bin Şaredarê Bedlîsê ji ber ku navê şaredarîyê bi kurdîyê jî hatibû nivîsîn tabela guhertiye.

“Ma hûn dibêjin qey kurd xişîm in." 

*Çavkanî: Rojnameya Yeni Yaşamê
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin