Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Kurd û Kurdistanî Pêşawazî Roja Referandûmê Dikin!

A+A-

Piştî bisedan salan e tûfanên ku hatine serê netewa me re, hêvîyek derketîye pêşberî netewa Kurd û Kurdistan, bi vê hêvîyê şadbûna xwe, kêfxweşî ya xwe nîşan dide..

Bi kelecanek mezin, piştgirîya van gavên dîrokî dike û xwezîya xwe bi dawîbûna zilm û zordarîya ser Kurd û Kurdistan tîne. Hêvîya serwerîya Kurd û Kurdistanîyan li ser xaka Kurdistan, hêjaye pesnê ye ku di dîroka malxerabde her cûre jenosîd, qirkirin, koçberî û ferman bi serde hatine. Li beşekî Kurdistan be jî, bi dawîhatina van salên nemirovî hevîyek mezine di geşkirina hestên kurdewarî de.

Ji roja eşkerekirina encamdan a referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistan û virde; her beşê Kurdistan, hemû pêkhateyên Kurdistan yên olî û netewî bi kêfxweşîyek mezin silav li vê rojê (25 Êlûn 2017) dikin. Di çapemenîya Kurdistan de, di torên civakî de ev kêşxweşî bi şîweyek „îlankirina serxwebûna Kurdistan" bandorê çêdike û dimeşe. Ji her çar perçên Kurdistan, netewa Kurd û Kurdistanî bi piştevanîyek mezin pêşewazî vê biryara dîyarkirina roja referandûmê dikin. Ev mizgînî û ev heyecan, pêlên bilindbûna daxwaz û hêvîyên dewletbûnê jî derdixe ber me.

Bi pêşewazîkirina eşkerebûna roja referandûmê re yekem heyecana mezin Ji dayîkên cangorîyên doza Kurdistan hat. Bi hêvî û serbilindîyek mezin dîyar kirin,  mesaja mezin ewe ku;  "berhema xwîna şehîdan tenê serxwebûna Kurdistanê." û dom kir ku;

"Em piştrastin her kesê niştimanperwer be, dê roja referandomê bi kêfxweşî dengê 'erê' bide serxwebûna Kurdistanê."

Wek ku em dizanin, di êrîşkirina DAİŞ de, pêkhateya olî a ku derba herî mezin xwar Kurdên Êzdî bûn. Kurdên Êzdî Mesaja duyem ji Laleşa nûranî bilindkirin. Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş dîyar kir ku:

"Piştî van hemû qurbaniyên ku gelê me dane, niha em nêzîkî azadiya yekcarî bûne, lewma jî em bi giringiyeke mezin berê xwe didin pêngavên serkirdatiya Kurdistanê ber bi referandumê ji bo diyarkirina çarenivîsa Kurdistanê. Herwiha tevî hemû astengiyan jî em hest dikin ku tiştek nabe rêgir li pêşiya xwestek û azadiya gelê me. 25 Îlonê, ew roj e ku bi dehên salan e em çaverê bûn ku ji bi zilm û neheqiyê rizgar bibin."

Di cîhanê de netewên ku herî mezin êşa bêdewletbûnê kişandine û raserî karesat û jenosîdên mezin bûne, yek ji wan jî Cihû ne. Ji Cihûyên Kurdistan û dervê Kurdistan jî pêşewazîyek ji bona roja referandûma serxwebûna Kurdistan hat. Di vê pêşewazîya birayên Cihû de kûranîya bi sedan salan heye. Dibêjin; "Em Kurdên Cihû li Kurdistanê û derve û Îsraîlê piştevaniya referandûma bo serxwebûnê dikin." Di dûmayîka mesaja xwe de  eşkere dikin ku:

"Piştî 100 salî ji bindestî, zilm û zorê ji aliyê rêjîm û hikûmetên ku Kurdistan perçe kiribûn, ku bi dehan hezar qurbanî dan, ji bilî jenosida ku bi dirêjahiya sed salan li dijî gelên Kurdistanê û pêkhateyan bûne, îro gelên Kurdistanê daxwaza wan ew e ku careke din hikmê zordarî û dîktatorî venegere, ji ber wê mafê rewa û durist yê hemû gelên Kurdistanê ye, ku deng bidin serxwebûna Kurdistanê."

Berî ku DAİŞ êrîşî Kurdistan û herêmên di bin destê dewleta Federal a İraqê de bike. Şingal, Musil, Deşta Neyewa, Derdorên Xaneqîn, Dîyala, Başiq; di bin parastina artêşa İraq de bûn. Artêşa İraq berpirsîyarê parastina van herêman bû. Lê artêşa İraq bi Êrîşên DAİŞ re, herêm neparastin. Çekên di destê wan de ji DAÎŞ re hiştin û bi milîyaran dolar teslîmî DAİŞ kirin, şikestin û revîyan. Artêşa İrak, herêm bê parastin di nav destê DAİŞ a hov de hişt. Pêşmergên Qahreman û hêzên ewlekarîya Kurdistan, bi rijandina xwîna hezaran cangorîyan ev herêm hemû rizgar kirin ji nav destên barbarên DAÎŞ.

Pêkhateyên olî û netewî ku li van herêman dijîn; Kurdên Şebek, Kakeyî, Suryanî-keldanî-Aşûrî, erebên Sunnî, Tirkmen,  kurdên Êzdî ne. Bi eşkerekirina roja referandûmê re kurdên Şebek û Kakeyî dibêjin:

"Bi sedan gundên kurdên Şebek û Kakeyî li deşta Neynewa ji ber êriş û şerê DAIŞê wêran bûne, beriya DAIŞê jî kurdên Kakeyî û Şebek tepeser bûn. Lê êdî em naxwazin di vê rewşê de bimînin, lewma emê roja referandomê dengê "erê" bidin serxwebûna Kurdistanê û em dixwazin serbi herêma kurdistan ve bimînin."

Bi eynî daxuyanîyê re Erebên Sunne jî dibêjin:

"Referandoma Kurdistanê ne tenê destkefteya aliyên siyasî ye, lê ya hemû gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe û xelkê Xaniqîn û Dîya jî piştgiriya wê pirsê dikin."

Heta niha, ji xeynê Tevgera Goran, Komel Îslamî, PKK û grûbên bi ser ve girêdayî; hemû hêzên Kurd, şexsîyetên payebilind yên Kurdistanî, bi erkekî bilind di nav kerwanê "ji bona serxwebûna Kurdistan referandûm" de cîhên xwe girtin.

Serkevtin a van hêzan e û netewa Kurd û Kurdistan e.

11.06.2017

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin