Kurd û Êzîdî: yek çarenûs, yek rê

Kurd û Êzîdî: yek çarenûs, yek rê

Wê çaxê bersiva vê pirsê: Kurd êzîdî ne, an êzîdî kurd in? – wê pir hêsane be: kurd û êzîdî yek milet in, çarenûsa wan yek e û rîya wan jî yek e – Kurdistana azad.

A+A-

 

Dr. Yura Dasinî

Serokê Enstîtuya dîrok û dînê Êzîdîyan li Moskow

 

Kurd êzîdî ne, an êzîdî kurd in, an jî ew du gelên cuda ne? Ev pirs ji mêj ve bala kurd û êzîdîya dikşîne. Pirsa, ko êzîdî ne kurd in, bo gelek kesan dîlêma, bo kesên din nakokîya logikî, her weha bi giştî, ev pirs bo tevaya gelê kurd pirsgirêkek din e. Di nêrîna me da, bingeha vê pirsgirêkê nezanîya dîroka xwe û şirovekirna ne rast ya etno-olî de ne. Bo gumanên wisa nemînin, emê bi kurtî û li gorî kanîyên berdest û naskirî dîroka kurda venêrin.

Wek kurd bi xwe û gelek zanyarên cîhanê jî dibêjin, dîroka gelê kurd li gor vê rêzika jêrîn e: …Sûmerîyan BabîlonMîdîa (Parsîa-Axemenîdî Imperatorîya Makêdonî Padîşahîya Farsîan, di van dewletan bav û kalên kurdên nuha gel êd duyemîn dihatin hesêb) Imperatorîya Sasanî dewleta Dasîna gelek mîratên kurdên misilman û êzîdî yên jihev belavbûyî perçekirna Kurdistanê di nêvbera Turkîa, Îran, Îran û Sûrîyê.

Li gor kanîyên farisî û erebî, navê „kurd“ bi koka xwe farsî ye. Piştî, ko ereban di sedsalîya 7-an de Imperatorîya Sasanî zeft kirin, hiştin ew bikeve û li dewsa wê xelîfa Erebî pêk bê. Faris çûn ser xaka xwe ya li rojhilatê Çîyayê Zagros, zû dev ji ola xwe ya zerdeştî berdan û bûn misilman, û dewleta xwe ya farisî damezrandin. Hozên Îranî yên mayî û gelên Mêzopotamîyê, ko piştî ruxandina Imperatorîya Sasanî bê dewlet man, farisan navê kurd li wan kirin. Her weha, tê gotin jî, ko wetaya gotina „kord“ di zimanê farisî de – „serbilind an serhildêr“, anko, farisan hemû gelên Îranî yên ne ketin bin destên wan, navê kurd li wan kirin. Wek gelek zanyar texmîn dikin, navê kurd li derdora sedsalîya 10-an nasyar bû. Di dîroka cîhanê gelek bûyer hene, dema ko cîran navekî li miletekî dikin û paşê ev milet bi vî navî tê naskirin.

Damezrênerê dîroka kurdolojîyê Şerefxanê Bidlîsî di sedsalîa 16-an de nivîsîye, ku gelê kurd yek dike eşîrên cuda, ku bi zaravên têkildar diaxivîn. Bidlîsî gelê kurd li gor zaravan dabeşî çar perçan dike: kurmancî, lûrî, kelhûrî û goranî [Şeref Name]. Dîrokzanê kurd êd nasyar û kesayetîyê civakî êd sedsala 19-an Mela Mahmûd Bayezîdî nivîsîye, ku peyva „kurd“ peyveke giştî ye: „Navê wan kurd ma, çimkî zimanê wan tevlihev e û ji zimanên îranî pêk tê. Bi vî awayî, ev hozên, ko ji cihên cuda kom bûne, navê kurd li wan hatîye kirin“. [Dabûnêrîtên kurda, r. 9-19, 200-202].

Rojhilatnasê rûsî ê navdar V.F. Minorskî, nivîsîye –„Kurd, yek ji nîştecîyên herî kevn yê Rojhilatê ne û egerek mezin heye, ku ew nevîyên gelên mîdîa ne.

Kurdzanê Sovyetê ê nasyar O.L.Vilçêvskî di pirtûkên xwe de nivîsîye: `Medî bi çend zaravan diaxivîn û ev zarav bi zaravê farisî re zimanekî îranî kevn pêktanîn. Navê kurd wek gel, gelekî dereng û wek etnonav hîn derengtir peyda bû; di dema nivîsandin bûyerên Arbela de (540-569), anko di dawîya dewleta Sasanîya, peyva kurd wek navê hozên îranî, ko xwedî binyadek leşkerî bûn, nasyar bû. Nivîskarên ereb û farisî di sedsalên pêşîn yên îslamê de ev peyv li hozên koçber, ko li Başûr û Navenda Îranê dijîyan kirin. Ev hoz jî xwedî binyadek leşkerî bûn û yekîtîyek wan ya konfederalî hebû. [Kurd, r. 111-112].

Li gor nêrîna akadîmîsyen N. Marr: „Ola êzîdî,bawerîya piranîya kurdan ya berê îslamê bû“.

Dîroknasê kurd yê nasîyar, profêsor S. Yêgîazarov nivîsîye: „Êzîdî – kurdên resen in“.

Di pirtûka navnîşana dîrokî-etnografî „Gelên cîhanê“, ku bi rêdaksyona etnografê nasyar Yû.V. Bromley hatîye çapkirin, hatîye nivîsandin: „êzîdî ola yek ji pêkhatên kurdî ye“ [Moskow, ` Ensiklopedîya Sovyetî, 1988].

Kordzanên Yekîtîya Sovyetê û Rûsyayê yên pêşeng M. S. Lazarêv, Ş. X. Mihoyî, Yê. Î. Vasîlêva, M. A. Hasratyan, O. Î. Jîgalîna di pirtûka „Dîroka Kurdistanê“ da dûpat dikin: „Kurd – ev hemî bi hev re gelên giştî ye, ku bi hezarên salan li ser vê axê dijîn“.

Hewldanên hinek dîrokzanan bo koka kurdên hemdem bi kardoxan û kûtîyan ve girêdin, ne di cihê xwe de ne. Dibe, ko ev gel nêzîkî kurda bin, lê tu delîl tune, ko ew bav û kalê gelê kurd bin. Mirov dixwaze ji wan kesên, ko wisa hizir dikin, bipirse: Heger koka kurda ji kardox û kûtîyan hatibe, wê çaxê ew hoz û gelên îranî yên kevn, ku berî kardox û kûtîyan hebûn û heta niha di nav gelê kurd de hene, kî bûn û kî ne? Hîn bêtir, ew kesên, ku serdana Kurdistana hemdem kiribûn, bi taybetî lêkolîner û rojnemevan, gerek dîtibin ku têkilîyên êlî heta niha di nav kurdan da hatine parastin. Di civaka kurdî de heta niha giringîyek mezin didin koka mirov. Çiqas koka mirov kevn be, wiqas rûmeta wî zêde tê girtin.

Delîlê, ku kurd ne yek milet e, lê gelek hoz û gelên nêzîkî hev in, ew e, ku zimanekî standart û celebekî netewî taybet li ba kurdan nîne. Di nav kurdan mirov dikare celebên antropolojî yên cuda-asyayî, qafqazî û ewropî bibîne. Rengên wan wiqas jihev cudane, ku mirov nikare antropolojîya wan ya giştî binirxîne. Hegre gelên alman, slavyan, ereb bi rengê wan tên naskirin, kurd bi rengekî nayê naskirin.

Li ser bingeha şirovekirina van kanîyan û yên wekî din, mirov dikare bêje, ku dema ereban di sedsala 7-an êrîş kirin, li xaka Kurdistana hemdem kurd wek gel hîn ne bibû û nuh etnolojîya wan destpê dikir. Dîyar e, ku kurdên hemdem encamê hevberkirina hemû, an hema bêje hemû, hoz û gelên nêzîkî hev bûn, ku di demên pir kevn da çêbûne û bi şêwekî serbixwe li xaka Mêzopotamîyayê dijîyan û niha navê wê Kurdistan e.

Niha jî emê derbarê nûnerên yek ji kevntirîn komelatîyên olî li cîhanê-êzîdîyan şirove bikin. Dîroka gelê kurd bi ola êzîdî ve bi bingehîn girêdaye. Têgeha netew di demê berê û ta sedsala 19-an jî tune bû. Hemû gel li komelatîyên olî û eşîretî dihatin dabeşkirin. Lê berovajî komelatîyên din, di komelatîya êzdî da tenê êzîdî bûn, ji ber ku êzîdî komelatîya xwe arî dihesibînin, loma jî ola wan olek girtî ye û tenê ew kesê, ku ji dê û bav êzîdî çêbûye, dikare bibe êzîdî.

Di dema êrîşa ereban ser Împeratorîya Sasanîya (sedsala 7-an) hemû kurd zerdeştî û êzîdî bûn. Jiber tunebûna zanyarîya, zehmet e îro bê gotin, ka di wê demê de çiqas êzîdî hebûn, lê ji ber ku wan dewleta xwe ya Dasîn bi paytexta Duhok damezirand û bi xurtî şerê xelîfa erebî kirbûn, mirov dikare bêje, ko jimara wan ne hindik bû. Hemwelatîyên zerdeştî berovajî êzîdîyan, bilez xwe radestî ereban kirin û bi kom bûn misilman. Êzîdîyan bo parastina ola kurdî ya resen, her weha ziman û çandê, bi mêranî tekoşîn kirin û ev tekoşîn heta niha berdewam e. Tenê, ji ber ku êzîdîyan xwestin nasnama xwe biparêzin, ji sedsala 9-an ve ew bê dilovanî bûn armanca destpêkê ereban, paşê selcûkan-osmanan, her weha faris û kurdên-musulman. Nexasim êzîdîyên kurd, ko nuh bibûn misilman di vî karî de zêde zalimtir bûn. Gelek delîl hene, ko di sedsalên navîn de kurda, di bin bandora îdêolojîya îslamî û bertîlên ji alîyê desthilatdarên ereb û turk ve, gelek caran beşdarî di tunekirina bê dilovanî ya hemwelatîyên êzîdî de kirine.

Tiştê nayê têgihiştin ew e, ku di sedsalên 7-9an de, dema ereba Împeratorîya xwe damezrandin, faris û turka dewletên xwe damezrandin, herweha êzîdîyan dewleta xwe ya kurdî damezrandin û destbi tekoşîna bo parastina nasnama kurdî kirin, kurdên ko nuh bibûn misilman bûn dijminê yekem yên hemwelatîyên xwenî êzîdî. Kurdên-misilman di ber îdêolojîya îslamî de bi tundî dijî wan şer kirin û bi destê xwe xakên xweyî resen radestî xelîfata erebî û turkan kirin, û xwe xistin bin destên wan. Salahedînê mezin jî di sedsala 11-an de bi carekê gelê kurd xist bin îdêolojîya îslamê û bi vî awayî hişt, ku gelê kurd bi sedsalan bindest bimîne û ji berjewendîyên gelên din re koletîyê bike. Zehmet e mirov psîkolojîya kurdan têbighê: dibe ku wan ji kîna, ku ew asîmîle bûn û êzîdî asîmîle nebûn, wisa kiribin, an jî ji ber ku oldarên êzîdî yekcar nahêlin êzîdî bibin misilman û evê bibe misilman wî ne tenê ji komelatîya xwe derdixin, lê wek xayînê bawerîyê jî dihesibînin. Bi giştî, ev psîkolojîya nayê têgihiştin, lê mirov kare têbighê, ka çima kurd ta niha bê dewlet in.

Bi rastî, him êzîdî û him jî kurd baş zanin, ku kurd kî ne û êzîdî jî beşekî resen ji gelê kurd in. Bêguman êzîdîyatî yek ji kevntirîn olên gelê kurd e. Di vê gengêşîyê de pirsek tê kirin: gelo peyrewên vê olê kurd in, an miletekî başqe ne. Sebeba sereke, ku dihêle gelê kurd di navbera kurd û êzîdya de bê dabeşkirin ewe, ku li dirêjaya dîrokê hemwelatîyên kurd bi dijminatî û ne dadmendî têkilî bi êzîdîya re dikirin. Bi taybetî têkilyên kurdên misilman êzîdî neçar kirin ku xwe wek miletekî başqe ji kurda bihesibînin. Êzîdî derbarê têkilîyên kurdan bi wan re wisa dibêjin-mirov ne weha bi gelê xwe re dide û distîne. Di bingeha vê nekokîyê de kîn û dilşikestinek kûr heye, ku hişt pirsgirêkek wisa zehmet peyda bibe.

Bo ev pirsgirêk bê çareserkirin û pêngavên rast bi alî hevde bên avêtin, kurd û êzîdî divê rastîya dîrokî bizanibin. Rastî jî eve, ku dîroka sedsalîya navîn ya êzîdîyan-dîroka berxwedan û tekoşîna bê navberk bo rizgarkirina jîyana xwe di nav misilmana de. Li dirêjaya bêtir ji hezar salî êzîdîyan li welatê xwenî dîrokî rastî komkujîya ji alîyê ereb, turka ve hatin, kurdên-musulman jî beşdarîyek çalak di vê komkujîyê de kirin. Tenê ji ber ku êzîdî dixwazin ola kurdî ya kevnar, ziman û çanda xwe biparêzin, ev komkujî dijî wan dihatin kirin. Ji sedsala 10-an ve kurda di hemû êrîşên xalîfa erebî û sultanên turkan yên dijî êzîdîyan da beşdar bûn. Gelek cara kurda bêyî wan jî êrîşî êzîdîyan dikirin. Jiber dijminatîya, ku di navbera wan de dirust bû, êzîdîyan kurd wek miletekî başqe binavkirin û bo xwe ji wan cuda bikin, navê êzîdî li xwe kirin û yên bûne misilman navê kurd li wan kirin. Ev pêvajoya jiber xwe ve, kêm zêde, ta nîvê sedsalîya 11-an, berî hatina Şêx Adî ji Lalişê re berdewamkir. Şêx Adî ola êzîdî rêform kir û navê welatê Dasîn kir mîrata Şêxan, bo yekcar êzîdîya ji kurdên misilman veqetîne, ji êzîdîyan xwest bo têkilîyên xwe bi kurdên misilman re bi tevahî bibirin. Ji wê demê, gelê kurd di navbera êzîdî û kurdên misilman de hat dabeşkirin.

Rolek pir nêgatîv di şerê birakujî navbera gelên kurd û îslamîzekirina êzîdîya da meleyên kurdan lîstin. Bo xwedîyên wan yên nuh-ereb û turk ji wan razî bin, bi her awayî hewldan ku êzîdîya bikin misilman, wan bîr û bawerîyên êzîdyan bi Melekê Tawûs, ku tenê bi zimanê kurdî bû, çewtkirin û êzîdî wek kesên „şeytanperest“ ji xelkê ra dan xuyakirin. Ev gunehê bê asas, ku mela bi êzîdîya ve kirbû, dijminên gelê kurd baş bo xwe bikaranî û bi vî awayî kuştin û zordarîya dijî wan rewa kirin. Desthilatdarên îslamî li her derê destbi propaganda dijî êzîdîyan kirin, bo navê wan di nav olên din da xirab bikin, da ku ew xwe ji wan dûr bikin û wan wek yên ji rê derketî binirxînin.

Van mela di fitneyên xwe de êzîdî wek mirovên kafir dan xuyakirin û bang li misilmana kirin bo dijî wan şerê pîroz pêk bînin. Deshilatdarên misilman jî bo desthilata xwe biparêzin û gunehên ku dijî xelkên xwe dikirin veşêrin, ev şêwê dijî êzîdîyan baş bikaranîn. Wan ji misilmanan dixwestin, ku zilamên êzîdî bikujin û erd, milk, jin û zarokên wan ji xwera bibin. Bi vî awayî, ola îslamî ji mirovatîyê valakirin û misilmanên bêguneh qanih dikirin ku “yê êzîdîkî bikuje, wê têkeve buhiştê û li wir wê 72 horî li bende wî bin“. Bi kurtî, êzîdî bibûn gunehbarê hemû bobelatên misilmanan. Heta niha jî di komelatîya îslamî da ev stereotyp û kîn li ser êzîdîyan hene. Komkujîya êzîdîyan li Şingalê sala 2014-an ji vê yekê ra nimûneyek dîyar e.

Seyr e, kurdên misilman, ku bi sedên salan li cîhana îslamî di rewşek bê maf û nizm de dijîn, îro jî li Kurdistanê dijî hemwelatîyên xwe êzîdî cudayetî pêk tînin. Hene qewimîn, yên dixwazin bi zorê jî êzîdîya bikin misilman. Mixabin, heta niha jî li hinek perçên Kurdistanê oldarên misilman yên tûndrew bang dikin bo êzîdî bên cudakirin û tunekirin. Mirov dikare ji gelek êzîdîyên Îraq û Turkîyê bibhîze, ku kurdên misilman kar nadin wan û heger bidin jî wê bi mûçeke kêmtir be; herweha derbasî qehwe, rêstoran û firoşgehên êzîdîyan nabin û li malên wan xwarinê naxwin, çimkî xwarina wan heram dibînin; rewşên wisa jî hene, ku misilman xwe di ser êzîdîya ra dibînin û wan wek kesên ji corê duyem dihesibînin; gelek caran ji qehra êzîdîyan kêm û nizm dikin û wan wek kafira binav dikin û hwd.

Lê rastî eve jî, ku di dehsalên dawîn de guhertinên mezin derbarê têkilyên bi êzîdîyan û ola êzîdî ra di civaka kurdî da pêkhatin. Danûstendinên gelek kurdan bi êzîdîya ra baştir bûn. Rêberên kurd (bi taybetî Masûd Barzanî, Celal Talebanî û yên din) gelek caran di gotarên xweda êzîdî wek kurdên resen binav kirine. Ramana tolerant ya nû, belavbûna hizrên dîmoqratî di nav gelên kurd û daketina hin bi hin ya hizra tûndraw, danûstendinên wan yên baş ne tenê bi êzdîya ra, lê bi olên din jî, hiştin ku êzîdî û xrîstîyan bêtir nêzîkî wan bibin.

Di demên dawîn de, bi taybetî piştî sala 2014-an, wek nîşana nerazîbûna ji danûstendinên cîhana îslamî bi kurda re, jimara kurdên, ku dixwazin li ola xwe ya resen vegerin bêtir bûye. Bang tên kirin jî, ku gel li olên êzîdî û zerdeştî vegere. Jiber civata ruhanî yekcar red dike, ku kesên ji olên din bibin êzîdî û li ser vê helwesta xwe ne, bi dadmendî tên gunehbarkirin, çimkî tu-kesî hizir nekirîye, ka jibo çi ew vê yekê red dikin. Em tevde baş zanin bê wê çi bi misilman bê, heger ew ji ola xwe derkeve, herweha, wê çi bi civata ruhanî a êzîdî bê, heger qebûl bike misilman bibe êzîdî? Ez bawerim, ku sebeba yekem ya vê redkirinê tirs e.

Berovajî kurdên misilman, kurdên êzîdî tu carî dijî hemwelatîyên xweyî kurd ranewestîyane. Êzîdîya tu carî êrîşî wan ne kirine, xak û milkê wan zeft nekirine, jinên wan nerevandine, zordarî li wan nekirine û ewêd ji ber ola xwe derketine, nekuştine, tenê ew berdane û sipartine Xwedê (li gor ola êzîdî, her kes bi xwe bo karê xweda li ber Xwedê bersîvdare). Di lêkolînêd xweda min pênasîn bi gelek êzîdîyên cîhanê ra kirîye, her weha hevdîtin bi gelek êzîdîyên Sovyeta berê, Îraq, Turkî û Sûrî û ewên, ku ji mêj ve li Awropa dijîn kirine, loma jî ez karim serbest bêjim, ku ez baş dizanim êzîdî çawa raman dikin.

Bi giştî, êzîdî baş zanîn ew kî ne û kurd kî ne, û ku koka wan herda yek e. Gelek ji êzîdyên intêlêktuel wek: Qanatê Kurdo (yek ji damezrênerê kurdolojîyê), Xelîlê Çaçan (Serokê yekemîn radyoya fermî ya kurdî li Êrîvanê, ku 24 salan redaktorê wê bû), Mîroê Esed (34 salan bûye serokê rojnema kurdî `Rîya teze`), professor Şekroyê Mihoyî, Ordîxan û Celîlê Celîl, Şerefê Eşîrî, nivîskarê Soveta berê navdar Ereb Şamîlov û gelekên din xwe wek kurd dihesibandin. Van kesayetîyan di sedsalîya 20-an de alîkarîyek mezin di pêşketina çanda kurdî da kirine.

Li gor rapirsîna raya giştî ku Enstîtûya dîrok û ola êzîdîyan ya Moskov di nav êzîdîyên, ku li welatên cuda dijîn lidarxist, hat dîyarkirin, ku mebesta êzîdîya ji gotinên „gelê êzîdî“ berî her tiştekî -komelatîyek olî ye. Hinek xwe êzîdî hesab dikin, hinek jî kurd, lê piranîya wan xwe wek kurdên-êzîdî hesab dikin. Tevdê xwe êzîdî hesab dikin, lê tu kes xwe wek tenê kurd (bê êzîdî) hesab nake. Di bersiva ser pirsa tu kurdî an êzîdî? – Yekser dibêje ez êzdî me! Pirsek wisa jî hat kirin: Heger hûn biçin, bo nimûne, çîya, li alîyekî ereb rawestîyaye, li alîyê din kurd û li alîyekî din turk, hûnê berê xwe bidin kê? Bersiva wan yekser weha bû: Emê bi alîyê kurda biçin. Usa jî em dikarin bêjin, ku kurdên misilman û êzîdî, li welatên bîyanî têkilîyên wan baş bi hev re hene.

Loma jî, em dibînin, ku venêrîna hemû alîyên girêdayî bi pirsa êzîdî-kurdî ve, bêyî têgihiştinek rast ji wateya „ol` û `netewê“ bê wate û metirsîdar e. Lê, bi taybetî, di dema me ya niha hinek sîyasetmeder, rojnemevan û civaka ne dûrbîn, bêyî ku zanibin, karên wisa dikin. Ji hinek mirovan gotinên wisa tên bihîstin: „êzîdî xwe mezin dibinin“; „êzîdîyên nezan tişkî tênaghên“; „êzîdî – kurd in û hew“ û hwd. Hizrên weha sivik hîn bêtir zirarê li civaka kurdî dikin, ku dixwaze bi şêwekî mirovahî pirsa têkilyên di navbera olan da çareser bike. Helwestên kesên wisa, dihêlin, ku nerazîbûna êzîdîya jî tûnd û hestîyar be û bi vî awayî, pêşeroja yekitîya netewa kurd bêtir lawaz bibe.

Dijminatîya bi sedê salan ya kurdên misilman bi êzîdîya ra bû sebeba ne tenê derketina pirsgirêka di pirsa netewî da. Êzîdî pir ji îdêolojîya îslamî a dijî êzîdîyan ditirsin, ev idêolojî di gîyanê kurd de rûniştîye. Xweşbextane, êdî gelek kes di nav kurdan hene, ku têkilîyên wan bi êzîdîya ra baş in û rûmeta wan digrin, lê mixabin gelek jî hene, ku ji wan diqeherin. Loma, êzîdî dixwazin bersiva li ser pirsek pir giring wergirin: Gelo sîyasetmeder û yasanasên kurd têdigihên, ku heta hemû kurd di têgehên `netew` û `ol` de tênegihên, wê lihevkirinek netewî di civakê kurdî de pêk neyê? Di rewşek wisa de, gotinên mîna „hemû dizanin ku êzîdî kurd in, ev rastîyek dîrokî ye“ di warê yasayî da bê wate ne. Ev gotin dibin sebeb, ku mirovê êzîdî herdem ji xwe bipirse: Gelo ez kî me?

Mirov kare têbigihê, dema ereb an turk dijminatîya êzîdîya dikin, lê pir mixabina, dema kurd dijminatîya êzîdîya dikin. Êzîdî di şirovekirina dîroka xwe da, pirsên dadmend dikin: Çima?- Ma em ne yek milet in. Çima ola îslamê, ku wek Quran dibêje, divê mirov ji Xwedê hez bikin û bi mirova ra dilovan bin, bû sedem, ku ji êzîdîya biqeherin? Heger kurd xwe dibînin, ku ew ji gelên misilmanan serbixwe ne, wê çaxê çima ew danpêdanê bi dîroka xwe nakin û çima ew dijî êzîdîyan e? Lê heta niha êzîdîya bersiva van pirsan wernegirtine.

Ji mêj ve dem hatîye, ku hemû xêrxwazên gelê kurd têbigihên, ku sebeba vê nekokîyê danûstendinên ne dadmend yên kurda beranberî êzîdîyan e. Kurda xemsarî di heqê êzîdîya de dikirin, ew paşguh dikirin, zordarîya olî li wan dikirin, ew dikuştin, îşkence, nizm û talan dikirin û ne dihiştin ew bi aramî bijîn. Bi taybetî ev karê wisa divê bên venêrîn, ji ber ku van karan hiştin êzîdî xwe dûrî kurda bikin û bixwazin netewek cihê bin. Têgihiştina subjektîf a êzîdîya li ser bingeha bîrmendîya dîroka civakî hatîye avakirin: „her nermayek – xwexapandin e, her bendewarî –lawazî ye, her hêvî – metirsî ye, her plan – bobelat e, her misilmanek – dikare bibe dijminê potensîal“. Loma jî êzîdî, bo xwe biparêzin, divê vê dîroka zordar li ber çav bigrin. Bi taybetî van sebeban hiştin, ku bawerîya êzîdîya bi kurdên musulman neyê û întêgrasyona kurdên êzîdî ji netewa kurd di pêşeroja nêzîk da ne zelal be.

Êzîdîyatî – ne dijî kurdîtî ye, bo êzîdîya ew formek parastina bêhemdî ye. Danûstendinên nedadmend beranberî êzîdîyan hiştin, ko êzîdî li ser jîyana xwe bitirsin û bawerîya wan bi kurdên misilman neyê. Êzîdî pir li ser nasnama xwe wek êzîdî tekez dikin û bi vî awayî dixwazin ew tûnd û tûjî û zordarîya li wan hatîye kirin ji alîyê kurdên misilman ve tawîz bikin.

Êzîdî ne dijî kurdan e, ew dixwazin danûstendinek dadmend hebe, nekokî û dijminatîya olî yekcar nemîne. Êzîdî dixwazin ku wan nekujin, talan nekin û rûmeta ola wan bigrin, her weha, jin û keçên wan jî ji alîyê îslamîyên tûndrew neyên dizîn. Êzîdî herdem dixwazin ku pêwendîyên hevbeş bi kurda ra deynin. Li vir, gelek babet bi rewşenbîrên kurd ve girêdayîne, ew rewşenbîrên, ku dixwazin çanda kevnar û buhayên netewî biparêzin, ew kesên têdigihên, ku heger pêwendîyên kurda bi êzîdîya ra ji kok ve neyên guhertin, herdû alî wê tu carî nikaribin nêzîkî hev bibin.

Nekokîya lojikî ewe jî, ku kurd û êzîdî baş têdigihên, ku dîrok, xak, ziman, çand, xwarin û karaktêrê wan yek e. Herdû alî têdigihên, ku welatê wan yê dîrokî cihê herî metirsîdar e û peydabûna çekên komelkuj yên nuh li ba welatên dagirker wê bike, ku fişara ser wan hîn bihêztir bibe. Ew baş têdigihên, ku xêrnexwaz ne dostanîya wan bihev re bi zanebûn bo xwe bikartînin. Mixabin, yên vê rewşê fam dikin, kêm in. Karên wan yên xîretwar ji kok ve dijberî têgeha „netewê“ ya rast e, wek nimûne li ba ereba, turka û gelên din, sebeba tunebûna hizrek netewî yekbûyî ye. Şirove ji vê rewşê ra heye, gelê kurd ne miletek an netewek tenê ye, lê komplêktek ji hoz û netewên kurdî ye. Her weha di nav gelê kurd de pir ol jî hene. Jiber taybetmendîya dîrokî ya pêşveçûna hozan û rewşa sîyasî û cografî, hizra netewî li ba kurda di pêvajoya pêkanînê de ye. Kêmayên exlaqî û gîyanî li ba kurdên jihevbelavbûyî, tevlihevîyek sîyasî di nav civaka kurdî de peyda dikin û derfetê didin hêzên derve destwerdanê di vê rewşa ne liserhev de bikin, bo wan lawaz bikin û bihêlin wek gel bên jibîrkirin. Nekokîyên navxweyî yên netewî û olî astengîyên mezin li pêşîya pêkanîna netewa kurd ya yekbûyî dirust dikin. Bêguman, bo çareserkirina van astengîyan dem divê, û di rewşa tunebûna dewlet û sîyaseta netewî da hîn bêtir dem divê û ev yek divê baş bêt têgihiştin.

Ji destpêka sedsalîya 21-ê ve hizra netewîya kurd bi şêwekî bêhemdî kurdan bi hemû olên xwe li hemû perçên Kurdistanê nêzîkî hev dike û egerek mezin heye, ku hemû hoz û gelên Mêzopotamyayê bibin yek netew. Ev pêvajo alîkarîyek xurt dide kurda bo serbest bijîn û xwedîyê çarenûsa xwe bin û wek hemû gelên cîhanê, bê tirs bi zimanê xwe biaxivin, cejnên xwe yên olî pîroz bikin, herweha, wek ereb, turk û farisan xwedî mafên sîyasî û sivîl bin.

Li vê cîhana globalîzasion, eger gelê kurd (musulman û êzîdî) nikaribin di navbera xweda çareserîyek rast bibînin û têgihîna xwe ya rastîn bipejirînin, wê hingê bibin “koçerên herdemî”, ewêd ku mala xwe digerin û êdî qet nabînin. Çareserkirna vê pirsgirêka zehmet gelkî bi rêberên gelê kurd ve girêdayî ye, ku di şert û mercên hemdem de wê kîjan rêgehê ji gelê xwe ra hilbijêrin. Eger em derbarê dewleta kurda ya azad da diaxivin, wê çaxê, bêguman, mebesta me ew dewlet e, ku hemû mafên sivîl û sîyasî yên hemû welatîyan, bê cudahîya gel, eşîra û olî, tê de bên misogerkirin. Êzîdî û olên din yên kêmjimar divê wek misilmanan hemû mafên xwe wergirin. Wê çaxê bersiva vê pirsê: Kurd êzîdî ne, an êzîdî kurd in? – wê pir hêsane be: kurd û êzîdî yek milet in, çarenûsa wan yek e û rîya wan jî yek e – Kurdistana azad.

 

Riataza

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin