KURD-KAV KONGREYA XWE YA ASAYÎ PÊK ANÎ

KURD-KAV KONGREYA XWE YA ASAYÎ PÊK ANÎ

KURD-KAVê kongreya xwe ya Asayî pêk anî. Civîna kongreyê li navenda Weqfê a li Stenbolê bi beşdarîya endamên damezrêner û endamên din ve hatkirin. Her wiha nûnerên PAK, PSK û HAKPARê jî beşdarê vê kongreyê bûn.

A+A-

KURD-KAV di 12ê Gulanê 2019an de kongreya xwe ya Asayî pêk anî.  Civîna kongreyê li navenda  Weqfê a li Stenbolê  bi beşdariya endamên damezrêner û endamên din ve hatkirin. Her wiha nûnerên PAK, PSK û HAKPARê jî beşdarê vê kongreyê bûn.

Kongre li gorî bernameya dîyarkirî destpêkir. Piştê hijbijartina endamên dîwan û rêzgirtinê mijarên rojevê li kongreyê hatin axaftin. Ewilî Seroka Berê a KURD-KAVê Fisun Kılıçkap bixêrhatina mêvanan kir û axaftinekî kurt kir. Fisun Kılıçkap wiha axivî:” Di nav 2 salan de min li KURD-KAVê peywirek girt. Sipasiya xwe pêşkeşî hevalên endam dikim da ku di dirêjiya 2 salan de xebatên van hevalan bo weqfê çêbûn.”

Piştre serokê dîwanê Mehmet Celal Baykara dest bi axaftinê kir.

Baykara di axaftina xwe de behsa avakirin, girîngî û xebatên KURD-KAVê yên heta niha kir. Berdewamiya axaftina xwe de Baykara bi vî şiklî axivî:” Pêwîst e li gorî sekin û misyona KURD-KAVê xebat bên kirin. KURD-KAV xwedî roleke girîng e ji ber vê yekê qîmeta vê hîn zêdetir e. Xebatên ku heta niha hatine kirin ne li gorî daxwaz û mîsyona weqfê ye. Ger ji vir şunda ev rewş eynî şiklî berdewam bike dê pirsgirêkên mezin çêbin. Lazim e ku li gel rêveberiya nû a weqfê û miletê kurd xwedî KURD-KAVê derkeve û piştgriyê bidin weqfê. “

Piştê axaftina xwe ya kurt û girîng Baykara derbarê birêvebirina kongreyê de agahî da endaman. Paşê dor hat mêvan û endamên ku dixwazin biaxivin.

Li ser navê PAKê Mehmet Gül, li ser navê PSKê Mansur Kara û li ser navê HAKPARê Latif Epözdemir û her wiha ji endaman Mehmet Emin Baybişin û Tevfik Oğuz axivîn û nêrînên xwe bi mêvanan re parve kirin. Kesên ku axivîn sipasiya xwe pêşkeşî rêveberiya berê a weqfê kirin û heman demê serkeftinê bo rêveberiya nû xwestin.

Kesên ku di kongreyê de axivîn anîn ziman ku KURD-KAV bi navê Kurd yekem saziyeke ku tê nasîn. Ji ber vê hat gotin lazim e li gorî rol û girîngiya weqfê xebatên rêk û pêk bên kirin. Pêwist e her alî alîkarî û piştgirîyê bide KURD-KAVê.

Her wiha dîsa kesên ku di kongreyê de axivîn diyar kirin  ku him li ser navê xwe him jî li ser navên saziyên ku din nav xebatên van de cî digirin amade ne ku ji bo KURD-KAVê xebatan pêkbînin.  

Piştê ku raporên xebat, darayî û pişkinan hat xwendin rêveberiya nû a KURD-KAVê hat bijartin.

Rêveberîya nû ji van kesan pêk tê.

Lijneya Rêveberîyê

  1. Abdurrahim Deli
  2. Latif Epözdemir
  3. Sema Arcan Gökçen
  4. Fisun Parlak Kılıçkap
  5. Faruk Dürre
  6. Mithat Atılgan
  7. Behçet Epözdemir
  8. Mustafa Aytaş
  9. H.Cihan Baykara
  10. Mehmet Ölçer
  11. Nihat Bayrak

Endamên Cîgir

  1. Sırrı Feroğlu
  2. Özgür Basut
  3. Gülden Taysun

Pişkinandin

  1. Emin Baltaş
  2. Kasım Ergün
  3. Mehmet Tevfik Oğuz

Endamên Cîgir

  1. Mahmut Bilen
  2. Turan İl
  3. Mansur Kara

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin