Kurd ji bo Rojava li ser pîyan in

Kurd ji bo Rojava li ser pîyan in

Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dagirkerîya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê li paytexta Swêd Stockholm, paytexta Ewûstûrya Viyana, bajarê Munîh, Dersden, Frankfûrt , Tubîngen ên Elmanyayê û li gelek welatan li qadan bûn.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dagirkerîya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê li paytexta Swêd Stockholm, paytexta Ewûstûrya Viyana, bajarê Munîh, Dersden, Frankfûrt , Tubîngen ên Elmanyayê û li gelek welatan  li qadan bûn.

Stockholm

Di saetên şevê de Kurdistanî û dostên wan ên li Qada Sergelstorgyê kom bûn dagirkerîya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

Jina Rûs a bi navê Angelîca Tûng a ala YPJ’ê li desta hildabû jî got: “Ji bo protestokirina dewleta Tirk tevlî çalakîyê bûme. Ez dîmenên çalakîyê dikişînim û ji bo xizmên xwe dişînim û ew jî wê li ser tevnên civakî parve bikin ku qetlîamên dewleta Tirk tehşerî bibe.”

Vîyana

Li paytexta Ewûstûrya Vîyanayê jî bi meşeke ya li pêşîya Sefaretxaneya Rûsya pêk hat dagirkerîya Tirk hate protesto kirin. Hevserokê Meclîsa Demorkatîk a Sûrîye Riyad Dîrar ê tevlî çalakîyê bû dîyar kir ku dagirkerîya dewleta Tirk ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê li dijî hemû gelên herêmê ye.

Munîh

Dagirkerîya Tirk li pêşîya Sefaretxaneya DYE ya li Munîh a Elmanyayê hate protesto kirin. Çalakî ji alîyê parlemtera Keskan a Parlementoya Keskan a Munîh Gulseren Demîrel ve hate organîzekirin. Rêzecivîn hate kirin û di van civînan de dagirkerîya Tirk bûye rojev.

Dresden

Li bajarê Dresden a Elmanyayê jî dagirkerî û qirkirin hate protesto kirin. Di çalakîyê de bang di serî de li hikûmeta Elmanya û dîsa Serokwezîr Merkel hate kirin ku li dijî Erdogan helwestên zelal bigirin. Li alîyê din ciwanên Şoreşger û YXK li zanîngeha Teknîkê çalakîyek kirin.

Frankfurt

Bi meşeke ku ji pêşiya HBF a bajarê Frankfûrt a Elmanyayê heta Frankfûrt Messeyê dom kir dagirkerîya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê hate protesto kirin. Her wiha li pêşîya Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê jî mîtîngek hat kirin û di axaftinên hate kirin de banga bi ruhê berxwedanê her roj li qadan bin hate kirin.

Tubîngen

Li bajarê Tubîngen a Elmanyayê jî Serokkomar Frank-Walter Steînmeîer ê ji bo tevlîbûna bernameyek li Zanîngeha Neû Aûla Eberhard Karlsê bê lidarxistin bibe, ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protesto kirin. Steînmeîer ê dema ketina zanîngehê de hate protestokirin, dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Bijî Berxwedana Rojava’ hatin qîrkirin.

Kopenhag

Di saetên şevê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li navenda bajarê Kopenhagê hatin ba hev bi meşekê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Meşê ji Îsreel Plads destpê kir heta Qada Kongens Nytorvê dom kir.

Annecy

Li bajarê Annecy ê Fransayê jî dagirkerîya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê hate şermezar kirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li pêşîya avahîya walîtîyê kom bûn bi hildana alên YPG/YPJ’ê û PYD’ê dest bi meşê kirin. Nîjatperestekî Tirk ê di destê wî de ala Tirk heyî kete pey hewldanên provakasyonê. Li ser xwînsarîya çalakvanan bê ku tiştek rû bide ev hewldan hate vala derxistin.

Madrîd

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Spanya Madrîdê kom bûn dagirkerîya Tirk a li Rojava protesto kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku gelê Kurd stû li ber Erdogan natewîne û wê heta dawî xaka xwe biparêzin.

Lefkoşa

Li bajarê Lefkoşa yê Qibrisê jî Kurdan û dostên wan li pêşîya nûnertîya Neteweyên Yekbûyî kombûn û dagirkerîya Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin. Nûnerên civaka sivîl, ji partîyên sîyasî AKEL, EDEK û Partîya Keskan jî cihê xwe di çalakîyê de girt. Di çalakîyê de daxwaz hate kirin ku dagirkerîya Tirkîyê bidin rawastandin.

Oslo

Li Balafirgeha Gerdemoen a li paytexta Norweç Osloyê jî dagirkerîya Tirk bi çalakîyekê hate protestokirin. Çalakîya saetekê dom kir bal kişandin ser dagirkeriya Tirk a li Rojava.

Essen

Di saetên êvarê li bajarê Essenê bi hezaran kes hatin gel hev û ji bo piştgirî dayîna Rojava meşîyan. Rêveberê FED MED’ê Yilmaz Gultekîn di çalakîyê de axivî û bibîr xist ku di rojên bihorî de li bajarê Herneyê ji ber ku welatparêzekî ala YPG li camê mala xwe daliqandibû mala wî dane ber agir. Piştre parêzer Roland Meister jî axivî û dîyar kir Erdogan hewildide bi komkujîyan xwe li ser pîyan bigire.

Saarbrûcken

Li bajarê Saarbrûckena Elmanyayê hewildanên dagirkerîya Tirk a li ser Rojava bi meşekî hat protestokirin. Di daxuyanîya hatî dayîn de ji sazîyên navnetewî re bang hate kirin ku li dijî komkujîyên dewleta Tirk ya li Rojava kirî bi lezgînî bikevin tevgerê.

Giessen

Li Gîessenê meşek ji alîyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate organîze kirin. Yekîtîya Sûryanîyên Ewropa (ESU), Şoreşgerên Antîfaşîst (ARAG), Rêxistina Ciwanan yê (Partîya Çep) Die Linke (SDS) û REBELL’ê jî piştgirî dan çalakîyê. Di dema çalakîyê de komekî faşîstê Tirk xwest ku provakasyonê çêbike lewre ji bo demekî kurt alozî çêbû. Di axavtinên ku hatin pêşkêşkirin de ji bo bidawîbûna dagirkerîya ser Rojava bang hatin kirin. Hate zanîn ku piştî çalakiyê polîsan 4 Kurdistanî destgîr kir.

Stuttgart

Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk hate şermezar kirin. Girseya qerebalix ku li meydana Kobanê (Schlossplatz) kombibûn ji bo balê bikêşin ser êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk meşek lidar xistin. NCKD, MLKP, PARTIZAN, PYD, MLPD û Initiative Kurdistan piştgirî dan xwepêşandanê. Nûnerê PYD yê Ewropayê Zozan Rojava di xwepêşandanê de axivî û got: “Eger Rojava bikeve vê Bakur, Başûr, Rojhilat û Ewropa jî wenda bike mirovatî jî. Şerê man û nemanê ye, em ên ku li Ewropayê dijîn ji bo vê yekê divê li kolanan bin.”

Salzgıtter

Li meydana “Am Monoument” ya bajarê Salzgitter a Elmanyayê Kurdistanî û dostên wê hatin cem hev û ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava mîtîngek lidar xistin. Xwepêşandana ku bi drûşma “Destê xwe ji Rojava bikêşe” pêk hatî de alên YPG/YPJ hatin bilindkirin. Di encama hişyar nêzîkbûna girseyê ya li hemberî hewildanên provakasyonê yê çend netewperestên Tirk bûyerekî nexweş neqewimî. Ciwanan bi xwendina Helbest û stranan bal kêşandin ser berxwedana Rojava.

Li ser navê YJK-E Hakîme Yousef di xwepêşandanê de axivî û got: “Êdî Kurdistanî yekîtîyê dixwazin, divê em hemû bên ba hev û li dijî rejîma dagirker û qirkerê Erdogan şer bikin, Rojavayê biparêzin. Rojava dilê me ye, Rojava dayîkniştîmana me ye.” Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG-YPJ-QSD” û “Panzerên Elmanî ji Kurdistanê bicehimin” bidawî bû.

Çavkanî: E-Rojname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin