Kurd çaverê ne nûnertiya xwe li parlamentoya Almanyayê du qat zêde bikin

Kurd çaverê ne nûnertiya xwe li parlamentoya Almanyayê du qat zêde bikin

.

A+A-

Roja Yekşemê hilbijartina federalî ya Almanyayê birêve diçe û Kurd jî çaverê ne piştî hilbijartinê, nûnertiya xwe li parlamentoya Almanyayê zêde bikin û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Berlînê de jî bihêztir bibin.

Herî kêm 11 berbijêrên Kurd-Alman dikevin hilbijartinê, 5 di Partiya Çep (Die Linke), 3 ji Partiya Keskan (Die Grunen), û her yek ji Partiya Demokrat a Azad (FDP), Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Yekîtiya Demokratên Krîstiyan (CDU) de.

Hevserokê Civata Kurd li Almanya (Kurdische Gemeinde Deutschland /KGD) Mehmet Tanriverdi ji peyamnêrê Rûdawê Hemîn Ebdulla re axivî û pêşbînî kir ku herî kêm 3 yan 4 berbijêrên Kurd-Alman bikevin parlamentoya bi navê Bundestagê û ragihand, "Bi vî awayî hejmara parlementerên ku bi eslê xwe Kurd in, dê li parlamentoyê du qat zêde bibe."

Partiyên Alman ji bo ku xwe bigihînin dengdêrên Kurd hewlên zêde didin. Partiya Keskan û FDP her du jî materyalên hilbijartinê bi zimanê Kurdî weşandin.

Tanriverdî da zanîn Cîgirê Angela Merkel, serokê CDU Armin Laschet got, eger ew bibe Şêwirmendê Almanyayê, ew dê bi rêberên civaka Kurd re bicive. Li gorî agahiyan tê gotin ku Laschet ev gotin ji Serokê Civaka Kurd li Almanyayê û berbijêrê CDUyê Alî Ertan Toprak re gotiye.

Heriha Tanriverdi got, “Eger CDU piştgiriya ku ji dengdêrên Kurd hêvî dike bistîne, Laschet soz daye dê endamên Komîteya Rêveberiyê ya Civaka Kurd li Almanyayê vexwîne. Diyar e ku siyasetmedarên Alman bandora dengdêrên Kurd-Alman fêm kirine.”

Li Almanyayê nifûseke mezin a Kurdan heye, ku tê texmînkirin derdora milyonekî be. Piraniya wan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne. Lê Kurdên ji ber şer û çewsandinan ji perçeyên din ên Kurdistanê koçî Almanyayê kirine jî hene.

Tanriverdi destnîşan kir ku berbijêrên Kurd dixwazin Almanya bi awayekî aktîv bi Herêma Kurdistanê re bikeve têkiliyê.

Tanriverdi got jî, “Almanya di şerê li dijî DAIŞê de bi dayîna çekên MILANê alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Lê li Berlînê siyaseteke serbixwe ya derve li hember Kurdistanê tune ye.”

Tanriverdi diyar kir ku Merkel di 16 salên wezîfeya xwe de serdana Herêma Kurdistanê nekiriye, berevajî serokên Fransî ku gelek caran serdana wê kirine.

Berbijêrê CDUyê Fabian Schutz li bajarê Bochumê ji peyamnêra Rûdawê Ala Şalî re got ku pêwîst e Almanya derkeve ser sehneya navneteweyî û wiha berdewam kir, "Divê em ji bûyerên ku li Efxanistanê qewimîne ders werbigirin. Welatên biyanî li bendê ne ku Almanya di qada navneteweyî de rolek çalaktir bilîze. Divê em vê berpirsiyariyê li xwe bigirin."

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin