'Kund' li ser helbesta Fatma Savci disekine

'Kund' li ser helbesta Fatma Savci disekine

Kovara kitêb, huner û çandê ya çar mehane Kund bi hejmara xwe ya 5'an li pêşberî xwendevanan e.

A+A-

Kovara kitêb, huner û çandê ya çar mehane Kund bi hejmara xwe ya 5'an li pêşberî xwendevanan e. Kundê di hejmara xwe ya gulan-hezîran-tîrmeh-tebaxê de dosyaya xwe li ser helbestvan Fatma Savci amade kiriye.

Fatma Savci helbestvaneke jin a kurd a nas kiriye. Heta niha gelek pirtûkên wê derketine. Kovarê jî li ser dosya amade kiriye lê xwestiye tenê jin li ser wê binivîsin û bi vî awayî ji hin jinan nivîs xwestine. Ronya Bewran, Guneş Kan, Evîn Şikakî, Gulik, Haver Kevir, Îklîm Oral li ser Savci û helbestên wê nivîsîne. Her wiha Ronya Bewran ligel nivîsê hevpeyvînek jî ligel Savci kiriye û ew jî di kovarê de hatiye weşandin. Savci di hevpeyvînê de li ser jinên helbestvanê kurd wisa dibêje: "Niha dikarim bibêjim ku vêga helbesta kurdî ya bi hebûna jinê dewlemendtir bûye, têrtir e ji beriya bîst salan. Ne tenê bo qada helbestê, ji bo cih û warekî ku jin lê tuneye, ew cî sar, ew qad kêm, ew war tarî ye."


Ji bilî dosyayê gelek nivîsên din hatine pêşkêşkirin. Ji van Reşo Zîlan bi sernavê "Mîrê Zimanê Kurdî" nivîsa xwe li ser bîranên xwe û li ser Bedirxaniyan rêz kiriye. Her wiha Mistefa Aydogan jî bi sernavê "Nameyeke Dîrokî û SerpêhatiyeK" bîranînek xwe aniye z iman.

Umran Aran nivîsa Tim Parks a bi sernavê "Çima em kitêban heta dawiyê bixwînin?" wergerandiye û weşandiye. Kovarê ligel Azad Zal li ser kar û xebatên wî yên weşangeriyê hevpeyvînek ligel wî kiriye.

Her wiha Ciwanmerd Kulek, Umran Aran, Pinar Yildiz, Miradê Miradan, Aynur Ili, Ferzan Şêr, Ardî Zêdo, Bajar Mîrzeman, Evdal Baqî, Burhan Tek, Xelîl Semed, Ranya Zagli, Ayşegul Altinkiliç, Habibe Daşgin, Xecê Zana, Kerem Qoserî bi nivîsên xwe di

Ji bo xwestin û têkiliyê:
[email protected]

çavkani:diyarname
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin