Kujerê George Floydî sûcê xwe qebûl kiriye

Kujerê George Floydî sûcê xwe qebûl kiriye

.

A+A-

Di Gulana 2020an de li Minnesotayê George Floydê cerm reş ji aliyê polîsên cerme spî ve hatibû kuştin. Bi sedema ku mafên Floydî binpê kiriye dozek nû li kujer Derek Chauvin hatibû vekirin. Derek Chauvin sûcê xwe qebûl kiriye. Chauvin berê jî ji ber kuştina Floydî 22 sal û nîv cezayê girtîgehê girtibû.

Li DYAyê Derek Chauvin, polîsê berê 22 sal û nîv cezayê girtîgehê ji ber ku George Floyd kuştibû lê hatibû birîn. Dozgeriyê derbarê kuştina Floydî de hin tiştên nû ji Chauvin pirsiyê û wî sûcên xwe qebûl kiriye.

li Minnesotayê George Floydê cerm reş ji aliyê polîsên cerme spî de hatibû kuştin. Bi sedema ku mafên Floydî binpê kiriye dozek nû li kujer Derek Chauvin hatibû vekirin. Derek Chauvin li pêşberî dageha federal aşkere kiriye ku ew sûcê xwe qebûl dike.

Îddiayên sûcdarkirinên federal ew bûye ku Derek Chaûvîn di dema desteserkirinê de çoga xwe kutaye ser histûyê Floydiyî û bûye sedem ku ji mafên xwe bipar bimîne û kontrol kirina tibî pêkneaniye.

Bi îtirafkirina sûcên xwe ve dê dema mayîn li girtîgehê ya Chauvinî dirêj bibe. Dadrês Paûl Magnûson ji bo danişîna biryarê dîrokek diyar nekiriye.

Çi bûbû?

Polîsan li Mînneapolîsê bi îdiaya ku hin kes xapandiye George Floydê çermreş ê 46 salî desteser kiribûn. Polîsekî çoga xwe kutabû ser histûyê wî. Floydî gotibû "Bêhna min diçike, nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.

Welatiyên di wê derê de derbas dibûn bi têlefonan dîmenên bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî weşandibûn. Gelek kesan bertek nîşanî vê bûyere dabûn.

Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wir miribû.

Piştî wan dîmenan li DYAyê tundiya polîsan a li dijî çermreş dîsa hatibû rojevê. Xwepêşandan li Mînneapolîsê dest pê kiribûn û li gelek bajaran belav bibûn.

Piştî bûyerê bi hefteyekê, Washingtona paytext û New York jî tê de herî kêm li 40 bajaran derketina derva ya bi şev hatibû qedexekirin.

Li 25 bajaran ji bo ku alîkariya polîsan bikin û xwepêşandanan bi dawî bikin, Yekîneyên Parastina Neteweyî jî dest bi kar kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin