KONDA: Bêyî dengên Kurdan kes bi ser nakeve

KONDA: Bêyî dengên Kurdan kes bi ser nakeve

.

A+A-

Ji Kompaniya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya KONDAyê, li ser hilbijartinên Tirkiyeyê yên 2023yan nirxand hat kirin. Li gorî nirxandina Gerînendeyê Giştî yê KONDAyê, dengên Kurdan diyarde ne û vegera Kurdan a Ak Partiyê zehmet e.

Gerînendeyê Giştî yê KONDAyê Bekir Agirdir, li ser Hilbijartinên Tirkiyeyê yên 2023yan nirxandinek kir. Agirdir di Rojnameya Oksijenê de nivîsî û got ku “di hilbijartinên ku bên kirin de mijar diçe û tê, li ser dengên Kurdan dimîne. Her kes kaxez û pênûsekê kiriye destên xwe û hesabê dengan dike. Lê herî zêde dê Kurd dengên zêde bidin kê ji wan, ew tê nîqaşkirin. Ev nîqaş gelek asayî ne lewra dê encamên hilbijartinên serokomariyê, li ser dengên Kurdan diyar bibe.”

Bekir Agirdir bi bîr xist ku di hilbijartinan de dê 62 milyon dengêr dengên xwe bi kar bînin û ji sedî %20ê van dengêran ango 12 milyon jê, dengên Kurdan in. Bi berdewamî hat diyarkirin ku dengên HDP’ê di hilbijartinên 2018’an de 5.9 milyon bûn û HDP bi vê rêjeyê gihîştibû 11.7an.

Gerînendeyê Giştî yê KONDAyê da zanîn ku di warê çandî de deng li Tirkiyeyê dibin sê beş; beşek jê muhafazakar, beşek sekuler û beşek jî Kurd in. Hat zanîn ku di vî wêneyê Tirkiyeyê de heta niha ne Tifaqa Cumhur ne jî Tifaqa Milet bêyî dengên Kurdan nehatine asta ku di hilbijartinan de bi ser bikevin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin