Kompanyayeke Amerîkî û Rêveberiya Xweser li ser petrolê li hev kirin

Kompanyayeke Amerîkî û Rêveberiya Xweser li ser petrolê li hev kirin

Tê gotin Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê di derheqê peymanê de Tirkîye jî agahdar kirîye û ji alîyê Tirkîye ti pirsgirêk derneketine.

A+A-

Li gorî agahîyan Kompanyeke Amerikî li gel Hêzên Surîya Demokratîk (HSD) peymaneke petrolê îmze kirine. Hat dîyar kirin peyman, ‘di bin agahî û teşwika Qesra Sipî de’ hatîye îmze kirin.

Li gorî agahîyan kompanya bi navê , Delta Crescent Energy LLC li gel HSDê peymaneke petrolê îmza kirîye û Amerika jî piştgirîya vê dike. Tê gotin ku li ser peymanê ji mêj hatîye axaftin.

Li dor agahîyan Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo karûbarê Sûriyê di derheqê peymanê de Tirkîye jî agahdar kirîye û ji alîyê Tirkîye ti pirsgirêk derneketine. Li gorî çavkanîyek din di derbarê peymanê de Rusya jî hatîye agahdar kirin.

Senetorê Partîye Komarî Lindsey Graham jî peyman piştrast kir û got ew bi telefonê Serfermandarê HSDê Mazlum Kobanî re axivtîye.

Wezirê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî gotîye ti zerara peymanê tune ye û ew jî peyman pejirandîye.

Li Surîyê û Rojavayê Kurdistanê petrol piranî di destê HSDê de ye û ji alîyê Amerîka ve tê parastin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin