Komîsyona Jinan a PAKê: Em Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan Rawestin

Komîsyona Jinan a PAKê: Em Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinan Rawestin

.

A+A-

Komîsyona Jinan a PAKê:

Sal, 1960…Cih, Komara Domînîkê…

3 xwikşên hev; Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa, digel mêrên xwe li dij dîktatorîya Rafael Trujîlloyî serî rakirin û Patrîa, bo vê hilkeftê, di Hezîrana sala 1960an da, Tevgera Clandestînê da destpêkirin û xwişkên din jî tevlî tevgerê bûn. Rastî gelek tadeyan hatin, hatin zindanîkirin. Wisa bû ku, meha Mijdarê Trujîlloyî li xwe mikûr hat; ev tevger yek ji xeterîyên sereke ye li hember dîktatorîya wî.

Di 25ê Mijdara 1960î da 3 xwişkan,jiyana xwe ji dest dan.Hatibû ragihandin ku bi qezaya trafîkê can dane, lê rastî derketibû holê: Destdirêjî li wan hatibû kirin, dûre jî hatibûn terorkirin! Bes tevgera wan kir ku, piştî salekê, dîktatorîya Trujîlloyî, birûxe!

Belê, rejima Trujîlloyî ew kuştin; lê ew di rêya mafê mirovan da û bi taybet bo tevgera azadîya jinan, bûn sembol.

Bi vê hilkeftê, di sala 1999an de, ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve, 25ê Mijdarê weke“Roja Navneteweyî ya Piştgirî û Têkoşîna li dijî Tûndîtîya li Hember Jinan” hatedestnîşankirin.

Tundîtîya(şîdeta) li hember jinan, ev cure tundîtî ye ku, di nav civakê de yan di nav malê de, jin bi awayekî fizîkî, zayendî an derûnî, rastî gefan û zexm û zordarîyan tên an azadîya wan tê astengkirin.

Weke li her deverên ku çanda mêrparêz lê serdest e, mixabin li her çar perçeyên Kurdistanê jî, jinên kurd û Kurdistanê, rastî tûndûtûjîyan tên; têne kuştin, destdirêjî li wan tê kirin, bi şêwazên curbecur azadîya wan rastî astengîyan tên. Çi li nav malê, çi li kargehan,çi li zikakan, li zanîngehan û hwd.

Li gorî raporên Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her sal bi sedan jin rû bi rûyî şîdetêa mêran dibin û di encama van êrîşan de , bi dehan jin têne kuştin, bi sedan jin birîndar dibin.

Ev agahdarî , bîlançoyeke giran radixe ber çavan ku divê qet neyê qebûlkirin. Em tevde dizanin, polîtîkaya heyî ku bi hincetên eletewş, tundîtîya li hember jinan, kujer û tecawizkaran bê ceza dihêle û Peymannameya Stenbolê ji holê radike, ji vê bîlançoyê berpirsîyar e.

Û herwiha, jinên kurd, ne tenê ji alîyê mêrên nas û dost û xizmên xwe ve, di eslê xwe de eve bi dehan salan e ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve rastî tundûtûjîya mîlîtarîst, cinsî ,şowen tên. Heke tundîtîya li ser jinan polîtîk be, tundîtîya li ser jinên kurd ên ku wek millet zimanê wî, hebûna wî û hemû mafên wî yên netewî, demokratîk tune hatine hesibandin û tundîya li ser jinên Kurdistanê, sed qetî polîtîktir e û divê em bi awayekî xurt li hember vê derkevin.

Em Weke Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK), bangî hemû kesên Kurd û Kurdistanê û cîhanê dikin ku, li hemû qadên jîyanê de , bi dengekî berz em li dijî şîdet û destdirêjîyên cinsî derkevin.

25.11.2021

Komîsyona Jinan a PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin