Komîserê Netewên Yekgirtî: Komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrîn û Serê Kaniyê xelkê rehîne digirin

Komîserê Netewên Yekgirtî: Komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrîn û Serê Kaniyê xelkê rehîne digirin

Komîserê Netewên Yekgirtî: Komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Efrîn û Serê Kaniyê xelkê rehîne digirin

A+A-

 

Encûmena Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî raporta xwe ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê belav kir. Ev raport ronahiyê dixe ser hijmareke binpêkriyên ciddî yên grûpên nêzîkî Tirkiyê ku li Efrîn û Serê Kaniyê û navçeyên din ên jêr desthila wan koman li Rojavayê Kurdistanê ku pêk anîne. Hanny Megally, Komisyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê Sûriyê ji Rûdawê re ragihand, komên çekdar ên Tirkiye piştevaniya wan dike, li Efrînê û Serê Kaniyê tawan û binpêkariyan dikin.

Hanny Megally, Komisyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê Sûriyê derbarê binpêkariyan de dibêje: “Ti amar li ber destê me nîne ku bibêjin çend kes mal û milkên wan hatine destserkirin an hatine derxistin, lê me hinek dosyeyên taybet belgekirine. Di hinek dosyeyan de me dîtiye ku daxwaz ji xelkê hatiye kirin malên xwe bicîh bihêlin, ev ji aliyê artêşa niştîmanî ya Sûrî çêbû ye.Em dibînin ku xelkek gulleyan berdidin deriyên malên xelkê  û gefa li wan dixun, xelk direvin, û mal û milkên wan destser dikin, û zehmete jî vegerin malên xwe. Herwiha talankirin çêbû ye, kelûpelên malan birine û li bazaran firotine. Bê guman me binpêkariyên zêdetir jî dîtine, ji wan jî destgîrkirin û zindanîkirin, êşkencedan û tundûtîjiya sêksî û regezî ku di zindanan de çêbûne.”

Di 20 Çileya 2018ê de artêşa Tirkiyê û hêzên alîkar ên opozisyona Sûriyê êrîşî ser Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirin, û piştî du mehan şer Efrîn kontrol kirin. Di Cotmha 2019ê de wan hêzan êrîşî Serêkaniyê û hinek navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê kirin û di encam de hijmareke kes canê xwe ji dest dan û bi deh hezaran jî kes derbider bûn.

Komisyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbrê Sûriyê dibêje, berpirsyarîtiyeke mezin di sitûyê  Tirkiyê de û divê guşarê bixe ser wan grûpan daku binpêkriyan rawestînin. 

Komîsyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê Sûriyê herwiha diyar dike: “Tişta me dîtiye, Tirkiyê hewil daye ku artêşa niştîmanî ya Sûrî û grûpên çekdar ên din razî bike, daku bi van binpêkariyan ranebin. Lê em dibînin ku Tirkiyê dikare karekî zêdetir bike, jiber Tirkiyê alîkariya wan grûpên çekdar kiriye daku navçeyê bixin jê rdesthilata xwe. Herwiha Tirkiyê wan rahênan dike û çekan dide wan, lewra bandoreke zêde ya wê li se wan heye. Em dibînin ku berpirsyarîtî di sitûyê Tirkiyê de ye, jiber binpêkariyên ciddî tên kirin, lewra divê Tirkiyê karekî zêdetir bike û guşareke zêdetir li ser wan grûpan çêbike daku pabendî yasayên navdewletî û ysayên mirovî bibin.”

Di 20ê Kanûna 2018an de artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî du mehan şer, ew herêm ji dest hêzên Kurdî derxistin.

Tirkiyê û wan komên çekdar herwiha di 9ê Cotmeha 2019an de jî êrîşî herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û ew herdu bajar tevî bi dehan gundên derdorê xistin jêr kontrola xwe. Di encama wê êrîşa Tirkiyê de, gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan hezar kes ji xelkê herêmê jî aware bûn.

Komîsyarê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarê Sûriyê dibêje,  berpirsyariyeke mezin di stuyê Tirkiyê de ye û divê fişarê li wan komên çekdar bike, daku binpêkariyên xwe rawestînin.

Hanî Mêgalî destnîşan dike: “Tirkiyê hewl daye Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (baskê çekdar ê opozisyona Sûriyê) û komên din ên çekdar razî bike daku wan core binpêkariyan nekin, lê em di vê baweriyê de ne, Tirkiye dikare karên zêdetir bike. Çimku Tirkiye li wê derê ye, alîkariya wan komên çekdar kiriye daku wan navçeyan bixin jêr desthilata xwe. Herwiha Tirkiye rahênanê bi wan dike û çek dide wan, lewma bandoreke mezin li ser wan heye.”

Ew raporta Encûmena Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî karvedanên cuda li pey xwe anîn.

Brett McGurk, şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê di twîtekê de nivîsandiye, Trump dibêje, ti tiştek çênebûye, piştî ku wî bakurê rojhilatê Sûriyê ji Putin û Erdogan re hiştiye, lê nûtirîn raporta Neteweyên Yekbûyî wê yekê derdixe, ku tawanên cengê, ji wan jî destdirêjiya sêksî, kuştin, revandin, talankirin li wê navçeyê çêbûne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin