Kolberekî kurd hat kuştin

Kolberekî kurd hat kuştin

Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin. Pasdar nahêlin malbata wî termê kurê xwe bibin!

A+A-

Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin. Pasdar nahêlin malbata wî termê kurê xwe bibin!

Duh danê êvarê, li bajarê Pîranşarê û li ser sînorê Rojhlat û Başûr, pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agaihyên malpera Hengaw, di wê êrişê de kolberek hat kuştin û herî kêm 20 hespên kolberan jî ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin.

Navê wî kolberê ku hatiye kuştin, Faxir Ebdullahî (25 salî) û xelkê bajarê Pîranşarê bûye.

Tê gotin, piştî ku malbata wî kolberî zanîn kurê wan hatiye kuştin, xwastin biçin cihê rûdanê lê pasdaran gule avêtin wan û nehîştin biçin wir. 

Li gorî agahiyan, piştî wê, malbata wî kolberî ambulans biribûn bo ku termê kurê xwe pê bibin lê dîsa jî pasdaran gule avêtibûn wan û ji wan re gotibûn, heta sipah rizamendiyê nede em term nadin! Ji ber wê jî heta niha termê wî kolberî li erdê maye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin