Koçberên Kurd ên li Belarusê: Em perîşan bûn

Koçberên Kurd ên li Belarusê: Em perîşan bûn

.

A+A-

 Koçberên Kurd ku li Belarusê asê mane, dixwazin vegerin Kurdistanê û koçberekî ku gelek zehmetî dîtine dibêje, “Ewropa îqame jî bide min ez êdî naçim. Em perîşan bûn. Ez dixwazim vegerim, Kurdistan bihûşt e."

Li bajarê Minskê, navdartirîn adresa koçberan bûye Galareya Minks. Her kesê ku pirsa koçberan bike, ev der weke adres tê destnîşankirin.

Ji xwe beriya ku mirov têkeve vê Galeriyê, li hewş û derdorê, yekser çente û têkberên koçberan dikevin ber çavan.

Galeriya Minsk hema bêje, bûye bîryargeha koçberan. Hejmar, weke ku şêniyên bajêr dibêjin, li gorî heftiyên berê pir kêm bûye. 

Lewre, piranî li kampekî nêzî sînorê hatine komkirin. Hejmarek jî li Minskê li otel û xaniyên kirêkirî  bicih bûne.

Koçber û qaçaxçî û rêber, ji bo derbasbûna ji sînorê jî bi giranî li Galeriya Minskê hevdu peyda dikin. Hinên din jî, li rêyên vegera welêt digerin.

Serbest, xelkê Duhokê, dibêje, “Ez berî çar rojan çûm, em asê mane, min 50 kes li gel xwe anîn û em hatin. Gelek hene, telefon dikin dibêjin, `me ji destê van derxe`. Ketina nav destê Belarus û Polandê, nikarin derkevin, kesê derkeve jî divê derdora 200-300 dolar pere bide. Ez diçim bi veşartî koçberan tînim vê derê, navên xwe dinivîsin û firoke dê rabin. Gelek kes kom dibin.”

Newzad jî rêya Ewrûpayê girtibû. Ew, hemû sînorên Belarusê weke pênc tiliyên xwe dizane. Ji dehan kesan re rêbertî kiriye. Hinek derbas kirine. Lê çend heftîye ku karê wî xetimî ye. Bi ser de jî lêdaneke giran xwariye.

Newzad, xelkê Zaxo, dibêje, “Hevalên min xistin halê mirinê, min hizir dikir, dê bimirin. Min wê demê biryar da vegerim. Ewropa îqame jî bide min ez êdî naçim. Ez gelek perîşan bûm. Min hevalên xwe di wê rewşê de dîtin, ez gelek pê aciz bûm. Kurdistan bihûşt e. Hemû xelkên tên vir, çavlêkirin e. Niha li Kurdistanê tu dikarî xwe hewceyî hevalekî xwe bikî, lê Ewropa ev tişt nîne.”

Her koçberê ku vê gavê li Minskê ye, herî kêm pênc caran hewil daye ku derbasî erdê Lîtwanya, an jî Polandê bibe. Lê piraniya wan êdî bêhêvî mane û dixwazin vegerin malên xwe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin