Kesekî din ji tohmetbarên dosyeya kuştina 7 endamên malbata Kurd serbest hat berdan

Kesekî din ji tohmetbarên dosyeya kuştina 7 endamên malbata Kurd serbest hat berdan

.

A+A-

 Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, kesekî din ji tohmetbarên dosyeya kuştina 7 endamên malbata Kurd a parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê serbest berda. Bi vê biryarê, ji 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 kes hatin azadkirin.

Roja Înê 19ê Mijdara 2021ê, Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê, biryara azadkirina Îbrahîm Keleş ê xizmê nêzîkê Mehmet Altun ê kujerê malbata Kurd a parêzgeha Konyayê da. Dadgeha Konyayê 19ê Cotmeha 2021ê, derbarê tohmetbarê serekî yê kuştina wê malbata Kurd Mehmet Altun de, cezayê heft car zîndanîkirina heta hetayê dabû, herwiha dayik, bav û hevjîna wî hatibûn azadkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, êvara roja Îniya 30ê Tîrmeha 2021ê, heft endamên malbateke Kurd li navçeya Meram a bajarê Konya yê Tirkiyê bi çekê hatin kuştin ku çar ji wan jin bûn. Kujerê wê malbata Kurd, ji bo veşartina tawanê xwe, agir bi mala wê malbata Kurd xist, lê pişt agahdarkirina aliyên pêwendîdar, agir ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hat vemirandin.

Berî bikomkuştina wê malbata Kurd, roja 12ê Gulana îsal jî êrîşî malbata Keleş û Çalik ên cîranên wan kiribûn. Di çarçoveya lêkolînekê de ku ji aliyê Dozgerê Giştî ve hat kirin, 14 kes hatin desteserkirin û ji wê hejmarê 10 kes hatin girtin. Bi desteserkirina Mehmet Altun ê encamderê êrîşê di 5ê Tebaxê de, hejmara yên girtî gihîşt 11 kesan.

Pişt re ji ber wê êrîşa ku di 12ê Gulanê de li ser malbata Dedeogullari hat kirin, biryara desteserkirina du kesên din hat dayîn û bi vê jî hejmara girtiyan bû 13 kes. Di wê tohmetnameya ku ji aliyê Dozgerê Giştî yê Konyayê ve hatibû amadekirin û pêşkêşî Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hatibû kirin, bi tohmeta pêkanîna tawanê “kuştina biqest” biryara heft car zîndankirina heta hetayê bo encamderê tawan û bo 10 girtiyên din jî bi tohmeta “teşwîqkirina pêkanîna tawanê biqest” daxwaza ferzkirina cezayê zîndanîkirinê hat derxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin