Keça Êzidî li dadgehê derkete pêşberî DAIŞîyê ku ew revandibû

Keça Êzidî li dadgehê derkete pêşberî DAIŞîyê ku ew revandibû

Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî di sala 2014an de ji alîyê çekdarên DAIŞê ve revandin û destdirêjî li ser tê kirin. Eşwaq Hecî, yekem keça Kurda Êzidî ye ku li dadgehê rûbirûyî wî çekdarê DAIŞê bûye ku destdirêjî li wê kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî yekem keç e Kurda Êzidî ye rûburûyê ew çekdarê DAIŞê yê destdirêjî li ser kirîye piştî ku dezgehên emnî yên Iraqê ew çekdar desteserkirî. Eşwaq Hecî dema hatî revandin keçeke 14 salî bû.

Ew çekdarê DAIŞê yê bi navê Mihemed Reşîd ku weke Ebu Human tê naskirin, lixwe mukir hatîye ku wî bi zorê destdirêjî li Keça Kurda Êzidî Eşwaq Hecî kirîye. Mihemed Reşîd 45 salî ye û xelkê Bexdayê ye. Eşwaq 70 rojan ligel wî dimîne û piştre derfetê dibîne û xwe rizgar dike.

Eşwaq Hecî,  bi çavên girî ve  li dadgehê tif kirye Ebu Humam û gotîyê: “Serê xwe rake û li rûyê min binêre! Dem te destdirêjî li min kirî ez keçeke 14 salî bûm. Ez di temenê keça de bûm. Li ba te hîç wijdan û exlaq nîne! Te jîyana min reş kir.”

Eşwaq Hecî ji Rûdawê re got: “Dema min rûyê wî dît ew heyama zorî li min kirî hat bîra min. Min hest pê kir ku ez hêj di destê DAIŞê de bim. Lê dema min ew bi çavên xwe di wî halî de dît kêyfxeş bûm. Herwiha ez kêyfxweş bûm ku bavê min ligel min hat dadgehê. Dema min tifî çavên wî kirî gelek kes li wê derê amade bûn. Êşa bi salan bû di dilê min de bû min derxist.”

Bavê Eşwaq Hecî, Hecî Hemîd jî dîyar kir ku ew di dadgehê de amade bû û got ku wî dît ew çekdarê DAIŞê çawa rezîl bûye.

Hecî Hemîd wiha axivî: “Hesteke bizehmet bû. Duyem jî bo min gelek xweş bû ku keça min li hemberî wî rawestîya û her tişt di rûyê wî de jê re got. 5 sal e yekem car e kesek li dadgehê lixwe mikur tê.”

Di 3yê Tebaxa 2014an de çekdarên DAIŞê ji malbata Eşwaqê 77 kesan direvînin û heta niha jî çarenivîsa 39 endamên wê malbatê nayê zanîn.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin