Karwanekî alîkarîya leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwanekî alîkarîya leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Li gel biryara serokê Amerîkayê ya derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê, şeva borî karwaneke alîkarîyên leşkerî yê nû derbasî navçeyên Hêzên Surîya Demokrat (HSD) bû.

A+A-

Navenda Nûçeyan

 

Li gel biryara serokê Amerîkayê ya derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê, şeva borî karwaneke alîkarîyên leşkerî yê nû derbasî navçeyên Hêzên Surîya Demokrat (HSD) bû.

Rewangeha Sûrîya ya Mafên Mirovî belav kirîye, ji alîyê Hevpeymanîya navdewletî ve karwaneke alîkarîyên leşkerî yê nû ku ji 80 barhelgir û otombîlên leşkerî pêk hatibû bo navçeyên HSDê hatîne şandin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ji dema kontrol kirina Baxozê ve heya niha,  ev 29mîn karwana alîkarîya ye ku Hevpeymanîya Navdelwetî bo HSD  dişîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin