Karsaz û siyasetmedar Ferda Cemîlpaşa koça dawiyê kir

Karsaz û siyasetmedar Ferda Cemîlpaşa koça dawiyê kir

.

A+A-

Ferda Cemîlpaşa, parêzvana mafên Kurd û mafên jinan, karsaz û siyasetmedar, li Stenbolê, di 70 saliya xwe de koça dawiyê kir.

Ferda Cemîlpaşa, ji ber nexweşiya Şêrpençeya kolonî li Stenbolê dihat dermankirin, îro di temenê 70 saliyê de koça dawiyê kir.

Ferda xanim ku wek Ferda Cemîloglu jî dihat naskirin, di jiyana xwe de wek tekoşereka mafên Kurd û jinên Kurd hate naskirin. Di warê civakî û aborî û kulturî de xwedî gelek proje û karan bû. Seroka Komeleya Karsazên Jinên Bakurê Kurdistanê bû û bîst salên xwe yên dawî li Herêma Kurdistanê derbas kirin.

Ferda Cemîlpaşa sala 1951 li Şamê ji dayîk bû. di zarokatiya xwe de ligel malbata derbasî Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê bû û piştre di sala 1957an de derbasî Diyarbekira Bakurê Kurdistanê bû.

Ferda Cemîlpaşa li Amerîkayê doktoraya Bîyolojî temam kir. Zimanên Kurdî, Erebî, Tirkî, Îngilîzî, Fransî û Farsî dizanî.

Ji bo çareseriya pirsa Kurdî bi rê û rêbazên aştîyane li Bakurê Kurdistanê gelek ked da û di amadekarina raporan de cih girt. Beşdarî gelek civîn û konferans û çalakiyên navnetewî bû û di wan de nûnertiya Kurd û jina Kurd kir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin