Ji serokwezîrê Iraqê hişyarî

Ji serokwezîrê Iraqê hişyarî

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî li ser mijara balafirên ku bêyî destûra hikûmetê dikevin nav qada hewayî hişyarî da.

A+A-

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî li ser mijara balafirên ku bêyî destûra hikûmetê dikevin nav qada hewayî hişyarî da.

Serokwezîrê  Iraqê ragihand ku nabe ti balafirên şer yan jî helîkopterên Iraqê û yên biyanî bêyî destûra wî li ser ezmanê Iraqê bifirin û got ku eger ev pêk bê, wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê bersiva wan bidin.

Duh êvarê Fermandarê Operasyonên hevbeş ên serbazî yên parastina Iraqê daxuyanik belav kir û eşkere kir ku Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Adil Evdilmehdî civîna Desteya Ewlekariya Netewî ya Iraqê lidarxistiye û bixwe jî civînê birêve biriye.

Li gorî daxuyaniyê di civîna Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê de biryareke girîng hatiye girtin û hatiye gotin, êdî ti balafireke şer a Iraqî û biyanî bêyî fermana Adil Evdilmehdî nikare li ser ezmanên Iraqê bifire.

Di daxuyaniyê de wiha têgotin, “Fermandarê Giştî talîmatek derxist û eşkere kir ku, destûra firîna balafirên çavdêrî, yên şer, balafirên bêmirov, helîkopter bêyî destûra wî wê nikaribin bifirin..”

Evdilmehdî ragihandiye ku ji vêya şûn ve tenê ew ê fermandariya Giştî hêzên çekdarî yên Iraqê bike ango wê biryarên bên dayîn ji aliyê wî ve bên pesend kirin û hatiye gotin ku tenê ewê biryara destûra firîna balafiran li ser Iraqê bide.

Adil Evdilmehdî ji hemû sazî û dezgehên hikûmetê û aliyên Iraqê daxwaz kiriye ku girêdayî van biryaran bimînin û dibêje, “Her kî derveyî vê biryarê bikeve û bêyî destûr li ser ezmanên Iraqê bifire wê weke helwesteke dijminane bê qebûl kirin û wê hêzên parastina ezmanî yên Iraqê jî bersivê bidinê.”

Berê niha çend rojan êrîşek li dijî depoyeke çek û cebilxaneya ‘Seqer’ ku dikeve Başûrê Bexdayê pêk hat. Depoya çek û cebilxaneyan girêdayî hêzên Heşdî Şebî bû. Di vê êrîşê de kesek hatibû kuştin 29 kes jî birîndar bûbûn. Lê bi awayeke fermî ne hatiye eşkere kirin ku ev êrîş ji aliyê kîjan welatî ve pêkhatiye. Lê ajansên cîhanî ragihandin ku ev depoyeke Îranê bûye û hêzên Îsraîlê êrîş kirine ser.

Li gorî biryarê divê pêşî li êrîşên hewayî yên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê jî were girtin. Lê balkêşe ku tevî biryara Iraqê jî îro balafirên şer êrîşê Qendîlê kirin û ti helwesteke Iraqê nîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin