Ji Rojhilat lîstikên şanoyê hatin Amedê

Ji Rojhilat lîstikên şanoyê hatin Amedê

Li Amedê Mîhrîcana Navnetewî ya Solo ku ji alîyê Mordem Hunerê ve tê lidarxistin bi nîşandana lîstikên cuda didome. Di mîhrîcanê de sê roj li ser hev lîstikên ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn hatin nîşandan.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Amedê Mîhrîcana Navnetewî ya Solo ku ji alîyê Mordem Hunerê ve tê lidarxistin bi nîşandana lîstikên cuda didome. Di mîhrîcanê de sê roj li ser hev lîstikên ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn hatin nîşandan. 

Mordem Huner a ku li Amedê xebatên xwe yên hunerî bi rê ve dibe di 8’ê reşemîyê de Mîhrîcana Navnetewî ya Solo ku lîstikên şanoyê tên nîşandan li dar dixe. Hemû lîstikên di mîhrîcanê de lîstikê yek kesî ne loma navê "solo" li mîhrîcanê kirine. Mîhrîcan dê heta 16’ê reşemîyê bidome. Mêvan ango komên şanoyê ji deverên cuda beşdar bûne. Ji rojhilatê Kurdistanê jî beşdarî hebûn. 

 

LÎSTIKA ‘ÇÊLEK’ 

Koma Şanoya Jan a ji rojhilatê Kurdistanê hatîye bi lîstika “Çêlek” ku bi giştî trajedîya jîyana kesekî şîrove dike ku nizane di zarokatîyê de, ne jî di jîyana xwe ya niha de nagihîje tu daxwazî hat nîşandan. Derhênerîya “Çêlek”ê şanoger Dunya Goftarî ku ji bajarê Sînê ye û li Tehranê xebatên şanoyê bi rê ve dibe dike. Lîstikvan jî Keyhan Huseynî (Keko) ye. Nivîskarê lîstikê Resûl Bangîn e û wergera wê jî Ayhan Huseynî kirîye. 

Gelek şanohez di lîstikê de amade bûn. Lîstik bi peformansek serkeftî bi dawî bû. 

 

LÎSTIK QALA ENFALÊ DIKE 

Roja duyem a Mîhrîcanê jî lîstika “Awaza sedhezar Efîlîyaya evîndar” ku ji Mahabadê hatibû derket ser dikê û hat nîşandan. Derhênarîya lîstikê Omîd Xakpûr dike û Leyla Molûdî jî têde dilîze.  Lîstika ku nîskarîya wê Qûtbedîn Sadiqî kirîye xwedî vê naverokê ye; Ev şanoname li ser bûyerek rastîn û dîrokî ye ku dibe sedema kuştina bi hezaran xelkên sivîl ên kurd li başûrê Kurdistanê ku bi navê “Enfal” tê zanîn.

 

LÎSTIKA ‘S YA DAWÎYÊ’ 

Roja 10’ê reşemîyê jî lîstikek xwedî naverokek têr û tije û balkêş derket ser dikê. Navê vê lîstikê jî “S ya dawîyê” ye. Nivîskarî, derhênerî û lîstikvanîya wê Dunya Goftarî dike û ev lîstik jî ya Koma Şanoya Jan e. Di lîstikê de hunermend Çîçek Tekdemîr jî li tembûr û erbanê dide û distrê.

Gelek kes beşdarî nîşandana lîstikê bûn. Bêguman ev jî wekî her lîstikên kurdan behsa trajedî an jî komkujîyên li ser kurdan dike. 

Naveroka lîstika “S ya dawîyê” wiha ye: Çîroka jineke vedibêje ku di dema şer de mijûlî çêkirina sifreya ‘Heftşînê’ ye. Lê belê ‘şînek’ wê kêm tê û ji cîrana xwe dixwaze. Di vê navberê de ‘sînyala sor’ ji bo îlankirina şer deng dide û bombebaranê îlan dike.

Ev jina ku di lîstikê de dilîze behsa cejna Newrozê ku li Rojhilat wekî cejna herî pîroz tê dîtin dike. Lîstik bi komkujî ango bombebarankirina balafiran bi dawî dibe. 

Di dawîya lîstikê de şanohezan demdirêj li çepikan dan û kêfxweşîya xwe ya ji bo lîstikê nîşan dan. Piştî lîstikê berpirsê Mordem Hunerê Bariş Işik kulîlk û plaket dan derhêner Dunya Goftarî kir. 

Piştî lîstikê li cafeya Mordemê li ser lîstikê gûtûbêjek li dar ket. 

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin