Ji parêzeran piştevaniya hiqûqî bo Kurdî

Ji parêzeran piştevaniya hiqûqî bo Kurdî

.

A+A-

 Piştî beşek Baroyên Bakurê Kurdistanê li Enqerê jî beşek parêzeran daxwaza hilbijartina dersên Kurdî  ji malbatan kir. Parêzerên Kurd yên li Enqerê kar dikin, heman demê xelkî li ser mafên wan yên yasayî jî agahdar dikin û dibêjin “Eger mafê zarokên we ya xwendina Kurdî were binpêkirin li dadgeha îdarî dozê vekin.”

Wezareta perwerdê ya Tirkiyê dema hilbijartina waneyan heta 7ê meha 2 dirêj kirin û kampanyaya ji bo helbijartina dersên kurdî jî berdewam e. parêzerên kurd yên li enqerê kar dikin jî bang li xelkî dikin ku ji zarokên xwe re dersên kurdî helbijêrin. Parêzer behsa wê yekê jî dikin ku her malbeteke di vê proseyê de rastî binpêkariyan were dikare li dadgehe îdarî doz tomar bike.

Parêzer Yusuf Dere dibêje “Dema ku li dibistanekê 10 xwendekar daxwaza dersekê bikin idareyên dibistanan neçar in ku wan daxwaznameyan qebûl bikin. Lê eger dibistan vê daxwazê sansur bike û binpêkariyan bike malbat dikarin dozê vekin. Malbat dikarin li dadgeha îdarî dozê vekin ku daxwaza wan nahê qebûl kirin û mamoste ji wan re nahê tayîn kirin.”

Ji aliyê parêzeran ve heman demê daxwaz tê kirin ku bingeha yasayî ya mafê xwendina kurdiyê were qaîm kirin. Yek ji daxwaza sereke ya di vê derbarê de guhertina xala 42 ya destûra bingehîn e xala navborî dibêje “ji bilî Tirkî nabe çi ziman ji bo zarokan weke zimanê dayîkê bê qebûl kirin û  perwerde pê were dayîn.”

Parêzer Mesut Ozer got “Di vê mijarê astengiya herî mezin, destûra bingehîn e û bi taybetî xala 42 ku dibêje perwerde pêwîste tenê bi Tirkî were dayîn. Heta ev xal nehê guhertin wê problem jî hebin, loma pêwîste ku destura bingehîn were guhertin. Lê niha bi yasayan derfeteke wisa hatiye pêş û ev mafekî ne ji aliyê dibistanan ji aliyê wezaretê ve hatiye dan û wezaret peyamê dişîne. Ji ber wê pêwîste ku ev mafe were bicih anîn.”

Li Tirkiyê sala 2012ê hikumetê di çarçoveya çaksaziyên hevahengiya di gel yeketiya Ewropoayê bi çend guhertinên yasayî mafê xwendina dersên kurdî li bernameya wezareta perwerdê zêde kiribû.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin