Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfonîyan rêwitîya newayan

Ji Ma Muzîkê projeyeke nû: Ji lorîkan ber bi senfonîyan rêwitîya newayan

Akademîya Ma Muzîkê, wê bi projeya xwe ya "Ji lorîkan ber bi senfonîyan rêwitîya newayan" ji bo keman û pîyanoyê dê cara yekemîn pirtûkek ku metodên kurdî têde hebin amade bike.

A+A-

Akademîya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi şîara "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademîya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşop a kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist, piştî projeyên xwe yên "Bi rêbazên afirîner perwerdehîya muzîkê mirov dikare çawa bide zarokan" , "Ji bo herkesê muzîk, li her derê muzîk" , "Me ji stranan pirek ava kir" dest bi amadekarîyê projeya "Ji lorîkan ber bi senfonîyan rêwitîya newayan" kir.

 

DÊ DI MIJDARÊ DE BI DAWÎ BIBE

 

Ji bo derbaskirina pirsgirêkên xwe yên aborîyê akademîyê mîna her sê projeyên xwe yên destpêkê ji bo vê projeyê jî serî li projeya "Ji Bo Çandê Qad" (Space of Culture) ya Enstîtûya Goethe ku sefaretxaneyên Swêd, Holanda, Fransa û Almanyayê piştgirî didinê da. Serlêdana akademîyê hat qebûlkirin. Di pirtûka ku çarçoveya projeya di 1'ê hezîranê de dest pê kir de ji bo keman û pîyanoyê dê metodên kurdî cih bigirin. Tê plankirin projeya ku ji bo kurdî xwedîyê taybetmendîya yekemîne di meha mijdarê de bê temamkirin. 

 

DEST BI AMADEKARÎYAN KIRINE

 

Koordînatorê Akademîya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê projeya ku amade dikin de axivî. Kanîwar, dîyar kir ku ji bo projeya xwe dê metodên kemanê û pîyanoyê amade bikin û wiha got: "Taybetmendîyeke van metodan heye, di cîhanê û dîroka muzîka kurdî de cara yekem bi newayên kurdî ji bo pîyano û keman wê metod bên hazirkirin. Niha me bi dest amadekarîya projeyê kirîye. Muzîkjenê kurd Brûsk Zanganeh ji Swêdê bi telekonferansê beşdarî amadekarîyan dibe. Pîyanîstê bolîvyayî Sergio Escalera ku ev çar sal in em bi hevre dixebitin ji Portekîzê bi telekonferansê tevlî dibe. Ji Ma Muzîkê jî ez û Mamosta Ramim tevlî dibin. Hefteyê carekê bi awayekî sîstematîk em bi telekonferansê civînên xwe li dar dixin. Em difikirin ku di meha mijdarê de pirtûka me çapkirî be û li hemû sazî û dezgehên ku karê muzîka kurdî dikin belav bikin.”

 

MELODÎ JI SÊ ZARAVAYÊN KURDÎ NE

 

Kanîwar, da zanîn ku bi giştî 11 kes di projeyê de cih digirin û ev tişt anî ziman: "Hinek tenê nota dinivîsin, hinek heval stranan di hilbijêrin. Wê hinek kes mîzanpajê bikin. Wergêr dê werin kirin. Zimanê pirtûkê bi zaravayê kurdî kurmancî ye. Tekstên wê dê bi kurmancî bin lê melodî wê bi zazakî, soranî û kurmancî bin. Hejmara stranan hêj nedîyar e. Rast e stranên ji bo keman û pîyanoyê hatine nivîsandin hene. Lê mixabin wek metod ji sedî sed kurdewar be û ji nav newayên kurdî hatibin girtin heta niha nehatine amadekirin. Ji bo wê jî ev berhem dê bibin yekem berhem û ew ê rê li pêş ciwanên nû vekin ku karibin van metodan dewlemendtir û xurttir bikin. An ku dê di asta cîhanî de metodên fêrkirina pîyano û keman dê bên amadekirin.”

 

WÊ PROJE LI SER PLATFORMÊN DIJÎTAL BÊ PARVEKIRIN

 

Kanîwar, got ku ku ger derfet guncav bin dema projeya wan bi dawî bibe wê konserekê li dar bixin, lê ji ber şewba vîrûsa koronayê ev ê ne pêkan be û projeya xwe li ser platformên  dijîtal parve bikin.  

 

MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman

 

1-108.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin