Ji Hevseroka HDPê peyama rêya sêyemîn...

Ji Hevseroka HDPê peyama rêya sêyemîn...

.

A+A-

 Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Bûldan di civîna hevserokên bajaran ên HDPê de gotarek pêşkeş kir û got, ew ê li hember eniyên deshilatdarîya Tirkiyê û opozîsyona wê tifaqa demokratîk û siyaseta rêya sêyemîn mezin bikin.

Pervîn Buldan wiha axivî: "Tu hêz nikare me têk bibe.Li hemberî bloka dewletê em ê siyaseta rêya sêyemîn mezintir bikin û tifaqa demokrasiyê geştir bikin… Bihara demokrasiyê nêz e. Em ê tifaqa demokratîk û siyaseta rêya sêyemîn mezin bikin. An em ê rêyekê bibînin, an jî em ê rêyekê vekin. Ev rê jî wê bibe rêya aştiyê.” 

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji girtîgeha Edirneyê dabû xuyakirin ku heger partiyên opozisyona Tirkiyê bi wan wekî beşek ji opozisyonê nebînin pêwîstî bi pêşengiya HDPê avakirina tifaqa demokrasiyê ya eniyeke nû heye.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin