Ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne li 50 cenazeyan mêze kir: Ev îşkenceye

Ji bo cenazeyê kurê xwe bibîne li 50 cenazeyan mêze kir: Ev îşkenceye

Cenazeyê ji 70 kesî zêdekirin ku di serdema qedexeya derketina li Nisêbînê de jîyana xwe ji dest dan hêj li Goristana Bêkesan tên rawestandin. Metîn Karadûman da zanîn ku wî heta îro li nêzî 50 cenazeyî mêze kirîye lê teşhîs nekirîye û got: “Îşkence li me

A+A-

Navenda Nûçeyan Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di 21’ê Nîsana 2018’an de hat bidawîkirin. Gelek kesên di pevçûnên di qedexeya li navçeyê de jîyana xwe ji dest dan tevî ewqas dem bi ser re derbas bû jî radestî malbatan nehatine kirin. Kesên jîyana xwe ji dest dan wê serdemê li goristanên bêkes ên Mêrdîn, Rihya, Dîlok û Meletîyê hatibûn veşartin. Hin ji van cenazeyan nasnameyên wan hatibûn tespît kirin. 

 

BI SER 70 CENAZEYÎ RE NEDAN MALBATAN 

 

Gelek malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin serî li Serdozgerîya Komarê ya Mêrdînê dan û nimûneya xwînê dabûn. Hin malbat her meh diçin dozgerîyê û dem bi deman nimûneya xwînê didin. Hat zanîn ku heta niha tenê 10 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Bi ser 70 cenazeyî re hêj radestî malbatan nehatine kirin. Hat zanîn ku li gel di encama DNA’yê de xwîna malbatê û cenaze hev girtîye jî lê malbatan cenaze wernegirtîye. 

 

Malbat dibêjin ji ber ku Qeymeqamîya Nisêbînê biryara “Bila cenazeyên PKK’îyan neyên veşartin” girtîye ew nikarin cenazeyên zarokên xwe bibin li Goristana Hecacan a Nisêbînê veşêrin. 

 

DOZGER 4 SAL IN LI BENDA DNA’YÊ NE!

 

Li gel vê yekê dozgerîyê dosyeyên têkildarî cenazeyan berîya niha bi demekê şand 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku Doza Nisêbînê lê tê dîtin. Dadgeha ku rayeya têkildarî cenazeyan biryarê bide di destê wê de nîne van dosyeyan li dozgerîyê zivirand. Lê tevî vê yekê dozgerîyê bersivên erênî nade daxwaza malbatan û wan li benda encamên DNA’yê sekinandîye. 

 

‘ÎŞKENCEYÊ LI ME DIKIN’ 

 

Yek ji van malbatan jî malbata Karadûman e. Metîn Karadûman heta îro gelek car ji bo cenazeyê lawê xwe Abdullah Karadûman serî li dozgerîyê da lê encam bi dest nexist û bertek nîşanî vê yekê da. Karadûman anî ziman ku ji wan re hatîye gotin ku cenazeyê kurê wî li Taxa Kanîka ya Nisêbînê ye lê heta îro negîhiştîye cenazeyê xwe û her car ji wan re dibêjin “têkildarî cenazeyê we tu agahîyek nîne.” Karadûman wiha got: “Doseyeyên cenazeyan li Mêrdînê di telîs de tên sekinandin. Em nikarin dosyeyan kontrol bikin. Em nikarin bigihîjin zarokên xwe. Ev sala çeremîne ku em vê ezîyetê dikişînin. Tu rayedarek bersiv neda me. Me serî li dozgerîyan da û serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da lê me tu bersivê wernegirt. Me daxwaz kir ku gor ji nûve werin vekirin lê ev daxwaza me nehat qebûlkirin. Heta îro min li nêzî 50 cenazeyan mêze kir lê min cenazeyê kurê xwe nedît. Ezîyet li hemû malbatan tê kirin. Em dixwazin ku demek kurt DNA bi encam bibe û cenazeyên me bidin me. Îşkenceyê li me dikin.”

 

Ajansa Mezopotamya

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin