Ji ber teqîna gaz a malan heşt xanî hilweşiyan!

Ji ber teqîna gaz a malan heşt xanî hilweşiyan!

Îro 03.08.2019ê li wargeha niştecîhbûna Nayser a ser bi Sine ji ber teqîna gaz a malan, heşt mal ku li gel yek xetekî wan a hevbeş hebûye, teqiya ye û ziyanek mezin geheştiye wan hemwelatiyan.

A+A-

Îro 03.08.2019ê li wargeha niştecîhbûna Nayser a ser bi Sine ji ber teqîna gaz a malan, heşt mal ku li gel yek xetekî wan a hevbeş hebûye, teqiya ye û ziyanek mezin geheştiye wan hemwelatiyan.

Malpera xwecihî ya li Sine belav kir, di vê bûyerê de tenê sê kes birîndar bûne, lê ziyan û xisarek mezin li xaniyên hemwelatiyan ketiye, ku piraniya rûniştvanên wê xelkê hejar û feqîr û kêm dahat û kirêçî ne.

Gaz a malan ku piraniya hemwelatiyên Îranê bikartînin, ji ber ne standart bûn û bêxemiya hemwelatiyan a awayê bikaranînê, dibe sedemê teqînê û bûyer pêktên û ji ber wê jî her sal bi dehan kes ji ber wê jî dibin qurbanî.

Etiket : , ,
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin