Ji ber ku îşkence li gayî kirine, li Mêrdînê 3 kes hatine girtin

Ji ber ku îşkence li gayî kirine, li Mêrdînê 3 kes hatine girtin

.

A+A-

Dadweriya Aştî û Cezayî, Mûstafa Y. yê ku bi horsî li serê gayî xistiye di nav de sê gûmanbar girtine.

Li Qoserê, navçeya Mêrdînê ji ber îşkencekirina li gayekê ji 5 gûmanbaran 3 gûmanbar hatine girtin.

Çend roj berê li ser medyaya civakî vîdeoyek hatibû weşandin. Di vîdeoyê de kesekî ku di destê wî de hors hebû, çendîn caran li serê gayekî dixist û îşkence lê dikir.

Di serê gayî de kîsek hebû û piştî vîdeo belav bû, ajalparêzan bertek nîşan dabû û giliyê kesên di vîdeoyê de bûn kiribûn. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê piştî belavbûna dîmenan, diyar kiribû ku ew dîmen li Taxa Evdilîmamê hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarî lêpirsîna bûyerê kiribû û ekîbên Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê 5 kes desteser kiribûn. Yek ji wan Mûstafa Y. bû ku bi horsî li gayî dida.

Dozgeriyê piştî îfadeyan du gumanbar serbest kiribû. Mûstafa Y. jî di nav de 3 kes jî piştî îfadeyên wan ên li Dadweriya Aştî û Cezayî ya Nobedar hatibûn girtin.

Qanûna hejmar 5199ê

Di sala 2004an de Qanûna hejmar 5199ê hatiye qebûlkirin û bi vê qanûnê mafên jiyanê yên ajalan tên parastin. Hin qedexeyên derbarê ajalan de yên di vê qanûnê de hatine diyarkirin ev in:

  • Bi zanebûn ziyanê bide ajalan, li beramberî ajalan bêrehm û zilimkar be, ajalan tî û birçî bihêle, wan di germa û sermaya zêde bihêle, li wan nenêre, êşa laşî û psîkolojîk bi wan bide kişandin.
  • Tiştên ku bi zelalî diyar e zêdeyî hêza ajalan bi wan bi zelalî kirin.
  • Bêyî ku bi zelalî diyar bibe ajal mirine, destwerdanê li laşê ajlan bike.
  • Têkiliya zayendî bi ajalan re dene û îşkence li wan bike.
  • Ger ji ber sedemên tenduristiyê be, bi darê zorê êm bide ajalan, xwarinê êşê an jî ziyanê didin ajalan bide wan, meya bialkol, cixare, hişbir û xwarin û vexwarinên rajêr bûnê çêdikin bide wan.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin