Jeffrey li Enqerê: Heta ji me bê em dê bibin piştevan

Jeffrey li Enqerê: Heta ji me bê em dê bibin piştevan

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûrîyeyê James Jeffrey li gihîşt Tirkîyê û biryar e pêşhateyên li Idlibê ligel rayêdarên wî welatî gotûbêj bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor medyaya Tirkîyê, Şanderê Taybet ê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûrîyê ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê di Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, û şanda pê re bi mebesta serdanên fermî seat 18.35an gihişt Enqereyê û got: “Em îro hatin Enqereyê ku ligel hikûmeta Tirkîyeyê rewşê binirxînin û heta ji me bê em bibin piştevanê Tirkîyê.”

James Jeffrey di daxuyanîya xwe ya ji bo rojnamevanan de anî ziman ku leşkerên Tirkîye ku di NATOyê de hevalbedê Amerîkayê ye, îro li Idlibê rûbirûyê gefeke mezin in û ew metirsî ji alîyê Rûsya û hikûmeta Sûrîyê ve tê.

Jeffrey ji bo leşkerên Tirkîyeyê yên ku li Idlibê hatine kuştin sersaxî xwest û got: "Em îro hatin Enqereyê ku ligel hikûmeta Tirkîyê rewşê binirxînin û heta ji me bê em bibin piştevan.” 

Şêwirmendê Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê, Rich Outzen jî  li ser navê balyozxaneyê got: "Em weke Amerîkayê êrîşên rejima Şamê bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin di nava piştevanîyeke bihêz de bin. Ji ber vê em ligel hevalbendên xwe Tirkîyê di peywendîyeke nêzîk de bin."

Serdana Jamed Jeffrey bo Tirkîyê di demekê de ye, ku rewşa parêzgeha Idlibê û herwiha rewşa navbera Sûrîyê û Tirkîyê jî aloztir bûye û artêşa Tirkîyê îro Sêşemê 11ê Sibatê li sînorê rojhilatê parêzgeha Idlibê ku nêzîkî mîhwerên şer e, helîkoptereke cengî ya hêzên hikûmeta Sûrîyê kirîye armanc û xistîye xwarê û her duh Duşemê di êrîşeke hêzên Sûrîyê de, 5 serbazên Tirkîyê li sînorê Idlibê hatin kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûn.

Ew zêdetirî mehekê ye ku artêşa Sûrîyê bo kontrolkirina tevahîya parêzgeha Idlibê, bi piştgirîya Rûsya û Îranê operasyoneke mezin daye destpêkirin û gelek bajar û bajarok jî ji destê komên çekdar derxistine. Komên çekdar ên dijbereya Sûrîyê jî duh Duşemê 10ê Sibatê bi piştgirîya artêşa Tirkîyê, li sînorê parêzgeha Idlibê êrîşek li dijî hêzên hikûmeta Sûrîyê dane destpêkirin.

Di mijara Idlibê de, Amerîkayê piştevanîya xwe bo Tirkîyê nîşan daye û daxwaz ji Rûsya û hêzên Esed kirîye, ku di nêzîktirîn dem de êrîşên xwe bo ser Idlibê rawestînin.

Jeffrey piştî serdana xwe ya bo Tirkîyê dê serdana Almanyayê bike û beşdarîyê di Konferansa Asayişa Munchenê ya Navdewletî de bike. Di vê konferansa ewlehîyê de, Jeffrey dê dîsan behsa rewşa Sûrîyê û awayê têkoşîna li dijî terorê li Iraqê û Sûrîyê bike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, ku ji bilî wan serdanan, nûnerê taybet ê Amerîkayê dê serdana hejmarek welatên din jî bike, lê belê ti amaje bi navê wan welatan nekirîye û tenê hatîye gotin, ew dê di demeke guncaw de zanyarîyan belav bikin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin