Jeffrey: Em niha “bihêztir” in ku bi Rûsya re danûstandinan derbarê Sûriyê de bikin

Jeffrey: Em niha “bihêztir” in ku bi Rûsya re danûstandinan derbarê Sûriyê de bikin

.

A+A-

Jeffrey: Hemû amûrên zextê hîn di destê rêveberiya Serok Joe Biden de ne û Rûsya jî di nav çirava Sûriyê de ye.

Nûnerê berê yê Amerîka ji bo Sûriyê û Hevpeymaniya Navdewletî a li dijî DAIŞê de James Jeffrey got, welatê wî niha di “helwesteke bihêztir” de ye ku bi Rûsyayê re li ser Sûriyê danûstandinan bike.

Jeffrey ji rojnameya “Şerq El-Ewset” re ragihand, “Amerîka niha di helwesteke bihêztir de ye ku bi Rûsyayê re derbarê Sûriyê de gotûbêjan bike, ji ber gelek sedeman, ji wan jî ku hemû amûrên zextê hîn di destê rêveberiya Serok Joe Biden de ne û Rûsya jî di nav çirava Sûriyê de ye.”

Jeffrey ji rêveberiya Biden daxwaz kir jî, dema diyaloga bi aliyên Rûsî re bike, divê ew bi hevalbendên xwe yên Erebî, herêmî û Neteweyên Yekbûyî re hevahengiyê bike, da ku di pêkanîna armancên xwe de bi ser bikeve.

Herwiha hişyarî da, eger rêveberiya Biden wê yekê ne, ew tê wê wateyê ku “yan rêveberiya Biden dibîne ku Sûriye ne girîng e, yan jî ew dixwazin tiştekî bikin ku ti kes nizanibe ew çi ye.”

Derbarê helwesta rêveberiya Amerîka li hember asayîkirina pêwendiyan bi Esed re, Jeffrey got: “Hin kes di rêveberiya Biden de hene dixwazin pêwendî bi Esed asayî bêne asayîkirin.” Lê got jî: “Heta niha helwesta rêveberiyê di vê pirsê de ne zelal e.”

Jeffrey eşkere kir jî, ew bi Wezîrê Derve yê berê Mike Pompeo re di sala 2019an çûbû li Moskowê bi Serok Vladimîr Pûtîn re civiyabû û rêkeftinek pêşkêş kiribû ku tê de danûstandina Rûsî-Amerîkî ya derbarê Sûriyê de hebû. Lê Putîn ew rêkeftin qebûl nekir, ji ber ku wî didît ku em di dawiya rêveberiya Trump de ne û Trump dixwest hêzên xwe vekişîne, lewra Pûtîn dît ku ne hewce ye ku bi me re danûstendinê bike û ew ê Sûriyê li ser sîniyeke zîvîn bistîne.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin