James Thornton: Brîtanyayê bi biryara 688 peyama ku Kurd ne bi tenê ne da!

James Thornton: Brîtanyayê bi biryara 688 peyama ku Kurd ne bi tenê ne da!

.

A+A-

 Konsolê Giştî yê Brîtaniya li Herêma Kurdistanê James Thornton di merasîma navlêkirina kolaneke Hewlêr bi navê Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê John Major de axaftinek kir û got: “Ez bi navê John Major û hemû gelê Brîtaniya spasiya helwesta gelê kurd û Hikûmeta Herêma kurdistanê dikim ku niha kurd gihîştine wê astê, John Major pê serbilind e.”

Konsolê Brîtanayê da zanîn: “Tişta ku Sedam Husên di sala 1991an de li dijî serhildana gelê kurd kiriye, karesateke mezin bû ku bi milyonan kes çûn ser sînorên Îran û Tirkiyê û piraniya wan di rewşeke nebaş de dijiyan, lê piştre wêneyên êşa kurdan ji cîhanê re hatin nîşandan. Sefîn Dizeyî jî yek ji wan kesan bû ku wê demê li Brîtanyayê wek çalakvan dijiya û rola wî di gihandina wê karesata bi serê gelê Kurd de hatiye de hebû.”

Konsolê Brîtanyayê bibîr xist, "Di Adar û Nîsana 1991an de krîzeke mezin a mirovî peyda bû. Helwesta wê demê ya gelê Brîtanyayê ti carî ji bîr nakim ku bi sed hezaran ton xwarin, kelûpelên sereke û tenduristiyê bi rêya rêxistinên xêrxwaziyê ji koçberên Kurdistanê re şandin. Rola girîng ya Serokwezîrê berê yê Brîtaniya John Major hebû ji bo Hikûmeta Brîtaniya bi cidî hewl bide êrîşên Sedam Husên li ser gelê Kurd rawestîne û biryara damezrandina devereka aram û dijefirînê were derxistin. Ji ber vê çendê jî li ser pêşniyara Serokwezîrê Brîtaniya projebiryara 688 danî pêşîya endamên Encûmena Asayişê, da ku karên cidî li dijî rejîma Beis a Iraqê bikin. Piştre jî Brîtanyayê hêz şande navçeyê ji bo alîkariya koçberan bike.”

Thornton diyar kir: “Wê parastinê kir ku Herêma Kurdistanê dirust bibe û di heman demê de jî peyama ku kurd ne bi tenê ne da. Rast e niha Herêma Kurdistanê di tengasiyê de ye, lê di astek pir baş de ye."

Konsolê Brîtanî got: "Divê em destxweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û endamên kabîneya hikûmetê bikin ji bo ku li ser bûdceyê li gel Bexdayê gotûbêj û li hev bikin. Ez dizanim gelek mijarên din ên weke pirsgirêkên ewlehiyê û deverên cihê nakokiyê hene, lê niha Herêma Kurdistanê xwedî asayîş û hêzên Pêşmerge ye, otonomî li Herêma Kurdistanê heye, kurd dikarin çarenivîsa xwe diyar bikin, ez bawer nakim ti herêm bi qasî Herêma Kurdistanê bihêz be.”

James Thornton wiha pê de çû: "Ez serpereştiya tîmeke dîplomasî ya berfireh ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê dikim, konsolxaneya me yek ji mezintirîn konsolxaneyan e. Em di gelek warên de çalak in, perwerde û rahênanê bi hêzên Pêşmerge dikin û em di reformên nava Wezareta Pêşmerge de beşdar in. Em li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibin. Sîstema wergirtina xwendevanên Kurdistanê li zankoyên Brîtaniya heye, em her sal 8 heta 10 xwendevanên nimûneyî dişînin zankoyên Brîtaniya û niha gelek xwendevan li zankoyên Brîtaniya dixwînin û ev jî ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ye.”


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin