James Jeffrey piştevaniya Amerîka bo yekrêziya Kurdan nîşan da

James Jeffrey piştevaniya Amerîka bo yekrêziya Kurdan nîşan da

James Jeffrey piştevaniya Amerîka bo yekrêziya Kurdan nîşan da

A+A-

Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey, bi serdanekê li Rojavayê Kurdistanê ye û do li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li gel şandên herdu aliyên ENKS û PYNKê re civiya. Piştî civînê, James Jeffrey piştevaniya Amerîka bo diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nîşan da.

Li gor Endama Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Fesla Yûsif ji diyar kir, “Di hevdîtina James Jeffrey ya li gel herdu aliyên Kurdî de, wî piştevaniya xwe ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê nîşan da”, ku ew demek e di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de destpê kiriye.

Fesla Yûsif ku endama şandeya ENKSê ye, di civîna do ya li gel Jeffrey de bû û tu  zanyariyên zêdetir, di derbarê hûrgiliyên hevdîtinê de eşkere nekir.

Li gor zanyariyên, hevdîtina James Jeffrey li gel şandên ENKSê û PYNKê li bingeheke serbazî ya Amerîkî li başûrê bajarê Hesekê çêbû.

Du aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û PYD bi serpirteştiya Amerîka û bi piştgiriya Fransa û Herêma Kurdistanê ew çend meh in dest bi danûstandinên ji bo yekrêziya li Rojavayê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên navbera xwe kirine.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin