Jake Sulivan: Dibe ku Biden û Erdogan bicivin lê piştrast nakim

Jake Sulivan: Dibe ku Biden û Erdogan bicivin lê piştrast nakim

.

A+A-

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand, tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Guhertina Seqayê de li Glascow a Skotlandê bicivin. Sullivan got: “Ez niha nikarim vê yekê piştrast bikim, lê hêviya niha ev e.”

Jake Sullivan ku dê di serdana Serokê Amerîkayê Biden a bo Ewropayê de pê re be, roja Pêncşemê 28ê Cotmeha 2021an di balafira Biden de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Li ser pirsa gelo dê Erdogan û Biden li Glasgowê bicivin an na, Sullivan got, “Ez hêvî dikim ku Biden û Erdogan li Glasgowê bicivin. Niha ez nikarim vê yekê piştrast bikim, lê bendewariya heyî ev e.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê derbarê nêzîkatiya Tirkiyê ya li ser daxwaza Amerîkayê ya F-16an de jî got, “Wekî ku hûn jî dizanin Tirkiye êdî di bernameya F-35an da nemaye. Dema ku mijar dibe bernameya F-16an, pêvajoyek demdirêj heye ku dê welat çawa firokeyên şer bikirin. Tirkiye niha di vê pêvajoyê de ye û ev pêvajo dê berdewam bike. Di vê gavê de tiştekî zêde ku ez li ser vê bêjim tune ye.”

Biryar e di 31ê Cotmehê de (du rojên din), Konferansa Netewên Yekbûyî ya derbarê Rûbirûbûna Guhertina Keşûhewayê li bajarê Glascow yê Skotlandê destpê bike, ku dê heta 12ê Mijdarê berdewam be.

Yekemîn Konferansa Netewên Yekbûyî ya derbarê Rûbirûbûna Guhertina Keşûhewayê, sala 1995an li Berlînê hatibû lidarxistin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, dê Erdogan di civîna li gel Biden de behsa wê yekê bike ku Amerîka pabendî sozên xwe yên salên 2019 ên taybet bi neçarkirina şervanên HSDê ji bo dûrketin ji sînorê Tirkiyê bi dûriya 30 km nebûye û dê jê bixwaze ku wê soza xwe pêk bîne.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê derbarê Îranê de jî ragihand, heya niha ji wan re nehatiye xuyakirin ka Îran amade ye vegere rêkeftina atomî yan na.

Jake Sullivan da xuyakirin, wan amajeyên baş bihîstine ku Îranî amade ne lê pêwîst e ew çaverê bikin û bizanin gelo dê bi cidî û bi rastî li ser maseya dnaûstandinan rûnin an na.

Sulivan got, Amerîka amade ye bi niyeteke baş dest bi danûstandinan bike ji bo vegera nava rêkeftina atomî, û hêvî xwest ku Îran jî weha be.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin