ISIG: Di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 164 karker mirine

ISIG: Di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 164 karker mirine

.

A+A-

Li gorî rapora Meclîsa ISIGê di 11 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 2 hezar û 17 karker mirine.

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya meha Çiriya Paşiya 2021an a derbarê mirina karkeran de aşkere kiriye. Li gorî raporê di meha Çiriya Paşiyê de herî kêm 164 karker mirine. Di 11 mehên destpêkê yên salê de jî herî kêm 2 hezar û 17 karker mirine.

Meh bi meh hejmara karkerên mirine weha ye:

o   Di meha Kanûna Paşiyê de herî hindik 203 karker,

o   Di Sibatê de herî hindik 142 karker,

o   Di Adarê de herî hindik 144 karker,

o   Di Nîsanê de herî hindik 258 karker,

o   Di Gulanê de herî hindik 239 karker,

o   Di Hezîranê de herî hindik 180 karker,

o   Di Tîrmehê de herî hindik 155 karker,

o   Di Tebaxê de her hindik 178 karker,

o   Di Îlonê de herî hindik 189 karker,

o   Di Çiriya Pêşiyê de herî hindik 165 karker

Ji karkerên ku mirine jê 23 jin, 7 penaber/koçber bûne

Ji 164 kedkaran 149 jê bi maeşin(karker-fermanber) û 15 jê cotkar û esnafin.

Di 11 mehên destpêkê yên salê de 2 hezar û 17 karker mirine. Ji wan 1722 karker bi maeş, 295 jî cotkar û esnaf bûne.

Ji karkerên ku mirine 23 jê jin in, 141 mêr in. Ji 2 hezar û 17 karkerên ku di 11 mehên destpêkê yên salê de mirine jê 154 jin in, 1863 jî karkerên mêr in. Mirina karkerên jin di qadên wek çandinî, xorak, perwerde, bazirganî, tenduristî û yên giştî de pêk hatiye.

Dîsa di vê mehê de ji kesên ku mirine 7 jê penaber/koçber bûne.

Her weha ji 2 hezar û 17 karkerên k udi 11 mehên destpêkê yên salê de mirine jê 83 penaber/koçber bûne. Jê 36 sûriyeyî, 14 afganî, 7 rûsî, 6 turkmenistanî, 5 pakistanî, 3 somaliyî, 2 gurcistanî 2 îranî, yek azerbaycanî, yek bulgari, yek koreyî, yek macarî, yek moldovyayî, yek sirbistanî, yek ûgandayî û yek jî ukraynayî bûye.

Ji karkerên ku mirine 3 jê zarok bûne

Di meha Çiriya Paşiyê de ji kesên ku mirine 3 jê zarokên karker bûne. Zarokên karker di qadên çandinî û xorakê de kar dikirin. Ji 2 hezar û 17 karkerên ku di 11 mehên destpêkê yên salê de mirine jê 58 zarok bûne.(20 ji wan salên wan 14 û berjirtir, 37 jê salên wan di navbera 15 û 17an de bûne)

Di nav kesên ku mirine de 48 kedkar temenên wan li ser 51î bûye. Karkerên ku temenê wan li ser 51î bûye di qadên cotkarî, esnafî, çandinî, kanza, buro, metal, bînasazî, enerjî, barkêşî, tersane, tenduristî û şaredariyê de kar dikirin.

Temenê karkerên ku mirine wiha ye:

o   2 karker 14 salî û berjêrtir,

o   Karkerek di navbera 15-17,

o   20 karker di navbera 18-27,

o   81 karker di navbera 28-50,

o   40 karker di navbera 51-64,

o   8 karker 65 û berjortir bûye.

o   Temenê 12 karkeran nehatiye zanîn.

Karker li kîderê mirine?

13 karker li Stenbolê, 11 Kocaelî, 8 Enqere, 8 Bursa, 7 Antalya, 7 İzmir, 6 Edene, 5 Denizli, 5 Mersin, 5 Mûgla, 4 Aydın, 4 Balıkesir, 4 Çanakkale, 4 Dîlok, 4 Hatay, 4 Mereş, 4 Kirklareli, 4 Konya, 4 Zonguldak; 3 Kastamonu, 3 Sakarya, 3 Trabzon, 3 Bosna Hersek, 2 Afyon, 2 Burdur, 2 Çorum, 2 Erzîrom, 2 Meletî, 2 Mêrdin, 2 Ordu, 2 Osmaniye, 2 Samsun, 2 Riha, 2 Tekirdag, 1 Aksaray, 1 Bartin, 1 Bilecik, 1 Çewlîk, 1 Eskişehir, 1 Gumuşhane, 1 Colemêrg, 1 Îdir, 1 Karabuk, 1 Kayseri, 1 Kutahya, 1 Manisa, 1 Rize, 1 Sêrt, 1 Şirnex, 1 Uşak, 1 Wan, 1 Yozgat û 1 Koreya Başûr.

Navên karkerên ku di meha Çiriya Paşiyê de mirine ev in:

Fethi Bulut, Şim Ağa, Engin Odabaşı, Süleyman Daşgın, Hakan Süzen, Muhammed Onan, Ahmet Nar, Fuat Yetkin, Kadir Korkmaz, Bahtiyar Kandimov, Azmi Türkmen, Hakan Atalay, Mehmet Özkan Turna, Sevgi Uçer, Ahmet Uyar, Hüseyin Karakuş, Hüseyin Kalkın, Emrah Aykurt, Ula Kerem, Azize Gülmez, Şahide Budak, Hayri Burak Gül, Recep Uysal, Yaşar Kansızoğlu, Abdullah Sayan, Kadir Kurak, Ömer Erkaya, Ahmet Arıcan, Mümtaz Halaf, Hasan Yıldız, Şenol Akgöz, Mehmet Sabancılar, Nurseven Elbasan, Umut Ahi, İbrahim Örsel, Fatih Coşkun, Kamil Beki, Ümit Demirhan, Nimet Sayraç, Neslihan Mermertaş Karaağaç, Ömer Yalap, İsmail Duran, Nilgün Ediz, Mehmet Ali Tan, Necati Atmaca, Hasan Hüseyin Tavlı, Salim Karaman, Mustafa Akatay, Aylin Alphan Erdemir, Emre Yılmaz, Kemal Erzan, Talha Aktaş, Akın Öztürk, Tugay Ersoy, Adem Bilir, Halil İbrahim Yazıcı, Mehmet Sapan, Tuncay Aydın, Cüneyt Çetinkaya, Fatih Terzioğlu, Bilal Kurt, Serdar Demirel, Sabahattin Çelik, Mehmet Şahin, Serkan Duran, Bedirhan Yıldız, Muhammed Kaddur, Ufuk Göktaş, Mehmet Emin Göğün, Hasan Karakılçık, Hacı Ali Akdeniz, Şenol Aydın, Hacı Tunç, Murat Bülbül, İbrahim Değer, Bostan Eser, Salih Bulut, Halit Gökçe, Zafer Pallavuş, Emrah Ballı, Ahmet Kuruçaylı, Mustafa Aydın, Orhan Polat, Aşkın Dişkaya, Ergün Celep, Tahir Yıldız, Fetullah Sarı, H.I., Adil Kara, Mehmet Tuğra, İsmail Ünlü, Canip Yıldız, Ali Demir, Suat Çelik, Mehmet Şükrü Yücel, Bekir Kaya, Ergün Şahin, Nedim Köse, Galip Çetin, Abdullah Çolak, Muammer Evci, Mehmet Ali Sorulmaz, Gülcan Aslan Karakoç, Sultan Fidan, Mehmet Emin Ünlü, Nejat Toker, Metin Baş, Betül Kıraç Gürler, Vahide Bozer Yaman, Ercüment Keçik, Şerife Nurdoğdu, Işıl Dalgın, Nizar Türker, Ekrem Ayrancı, Şerafettin Boyacı, Aysel Akdeniz, Nusret Bozacı, Çiçek Gülek, Metin Gürel, Vehbi Kıymacı, Ahmet Uysal, Ayşe Özsoy, Fikri Sözbir, Fazile Sevim Yağcı, Şerif Soğur, Ümmet Turhan, Sevgi Çakıcı, Kader Nur Palaz, Muhammed Fatih Taşlıçay, Mehmet Uzun, Gürkan Esmer, Ali Ercan Yılgın, Refikcan Uysal, Havva Ergin, Ramazan Günay, Halil Yüksekol, Hüseyin Akbaş, Talip Güngör, Durmuş Güneş, Volkan Çayan, Davut Kaplan, Osman Kaya, Cengiz Topel Figen, Şirin ., Hüseyin Cenber, Salim Otuk, Gökhan Karabulut, Fedai Altun, Mustafa Tunçel, Naci Sağman, Adem Aykanat, Yiğithan Kuştepe, Yurdal Gökçe, Davut İlhan, Ferhat Ede, Fikret Ağırman, Ali Arslan, Müzbah Donat, Yasin Beşiktepe û pênç karkerên ku navên wan nehatiye zanîn…

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin