Îro 37 sal li ser Enfala Barzanîyan re derbas bû!

Îro 37 sal li ser Enfala Barzanîyan re derbas bû!

Jenosîda Enfala Barzan 1983 destpê kir. Li devera Barzan ji temenê 11 salî heta 70 salî hemû hatin vegûhestin û piştî wê hatin qetilkirin.

A+A-

Jenosîda Enfala Barzan 1983 destpê kir. Li devera Barzan ji temenê 11 salî heta 70 salî hemû hatin vegûhestin û piştî wê hatin qetilkirin. Beşek li başûrê Iraqê hatin dîtin. Çarenivîsa beşeke mezin hê jî ne dîyar e. Hemû hatin jenosîd kirin.

37 sal berî naha roja 31.07.1983ê bi planekî bi bername ve desthilata wê demê ya Iraqê bi fermana Seddam Husên ve helmeta ketober girtina Barzanîyan li wargehên Herîr, Quştepe, Behrke û Dîyana destpê kir û ew birin bo çolên başûrê Iraqê û li wê derê bi zindî hatin binax kirin û komkujîyek waha hat pêkanîn.

Du meh piştî wê serokê rejîma Beis a Iraqê Seddam Husên armanca wê tewanê neveşart û bi aşkerayî ji çapemenîyê re ragehand: ‘’Wan bi tundî cezayê xwe wergirtin û me ew avêtin dojehê ango cehenemê.’’

Li gor pîvan û yasayên Netewên Yekbûyî bi yekdengî roja 12.01.1951ê pejirandîye, komkujîya Barzanîyan tewaneke dijî mirovahîyê û dikeve nav xaneya jenosoidê. Ji ber vê jî li gel tewanên din ên enfal û veguhestina bi zorê ya kurdên feylî, kîmyabarana Helebçê û enfalê, tewanê kuştin û bê serşûm kirina Barzanîyan jî ji alîyê dadgeha bilind a tewanên Iraqê ve wek tewanê jenosoid hat naskirin.

Piştî sala 2005ê, bi giştî ji 16 dosyayên kurd, li dadgeha bilind a tewanên Iraqê de, tenê 6 dosya hatine zelal kirin û ew jî: ‘’Kîmyabarana Helebçe, Enfal, Bê serşûm kirina Barzanîyan û feylîyan’’ wek jenosoid hatîye nas kirin.

Herçend dadgeha bilind a tewanên Iraqê roja 03.05.2011ê biryar da ew tewan wek jenosoid bên naskirin jî, lê hikûmeta Iraqê daxwaza lêborînê li kesûkarên qurbanên enfal û Barzanîyan nekirîye.

Enfala Barzanîyan 37 sal berî naha roja 31.07.1983ê pêkhat û 8 hezar Barzanî hatin enfal kirin û heta naha tenê termê 596 kesên enfalbûyî hatine wegerandin bo goristana taybet a jenosoida Barzanîyan a li Barzanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin