Iraq sînorê xwe di rûyê cîhanê de digire

Iraq sînorê xwe di rûyê cîhanê de digire

.

A+A-

Iraq hemû deriyên xwe yên sînorî yên bejahî, avî û asmanî di rûyê cîhanê de digire. 

Iraq ji bo heyama sê rojan hemû deriyên xwe yên sînorî yên bejahî, avî û asmanî di rûyê cîhanê de digire.

Komîteya Bilind a Ewlehiyê ya taybet bi hilbijartinên pêşwext ên Iraqê biryar da, ji roja 9ê Cotmehê ve û ji bo 3 rojan tevaniha deriyên xwe yên sînorî yên bejahî, avî û asmanî di rûyê cîhanê de bigire û çûnûhatina di navbera parêzgehande jî qedexe bike.

Li gor wê komîteyê, ev biryar ji bo birêveçûna hilbijartinan bi awayekî baş û parastina ewlehiyê ye.

Dengdana taybet a hilbijartinên Encûmena Nûnaran a Iraqê roja 8ê Cotmehê û dengdana giştî jî roja 10ê Cotmehê birêve diçe.

Di vê hilbijartinê de, li Iraq û Herêma Kurdistanê mafê dengdanên ê 24 milyon û 299 hezar kesî heye. 8273 binkeyên dengdanê tên vekirin.

Li gor yasaya nû ya hilbijartinê, bajar û bajarokên Iraq û Herêma Kurdistanê li ser 83 bazneyan hatine dabeşkirin. 3244 kesan ku ji wan 980 jin in, xwe ji bo hilbijartinan kandîd kirine û li ser 329 kursên Encûmena Nûneran hevrikiyê dikin. Li gor yasayê jî, divê ji sedî 25, anku 83 kursî ji jinan re bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin