Îranê li dijî PKKê operasyon pêk anî

Îranê li dijî PKKê operasyon pêk anî

Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, operasyoneke serbazî li dijî hêzên Kurdî pêk anî.

A+A-

Supaya Pasdaran a Îranê li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, operasyoneke serbazî li dijî hêzên Kurdî pêk anî.

 

Li gor daxuyaniya Biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran a Îranê, ew operasyon li navçeya Boralanê ya li ser sînorê bi Tirkiyê re hatiye encamdan.

 

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr serpireştiya wê operasyonê kiriye.

 

Supaya Pasdaran ragihandiye, armanc ji lidarxistina wê operasyona leşkerî, “jinavbirina binke û baregehên hêzên dijberê Komara Îslamiya Îranê” li navçeya sînorî ya Boralanê bûye.

 

Derbarê dema destpêkirina operasyonê û hûrgiliyên din de, Supaya Pasdaran ti zanyarî nedaye.

 

Navçeya Boralan navçeyeke sînorî yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku ser bi bajarê Mako yê parêzgeha Urmiyê ve ye.

 

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr, ev operasyon wek manovreya rasteqîn bi nav kiriye û tevî ku gef li partiyên Kurdî yên opozisyona Îranê xwariye, daye xuyakirin: “Em dê li hember her liv û tevgerekê ku metirsiyê li ser ewlehiya sînorên Komara Îslamiya Îranê çê bike, rawestin.”

 

Pakpur herwiha diyar kiriye: “Manovreya hêza bejayî ya Supaya Pasdaran li navçeya bakurê rojava, weke operasyoneke rasteqîn e, ji ber tê texmînkirin ku hin terrorist li navçeyên sînorê kemîn kiribin, ku bi lidarxistina manovreya Xedîr, ew tên hedefgirtin.”

 

Li gor dîmenên vîdyoyî ku televîzyona Îranê belav kiriye, hêzên Supaya Pasdaran, top û tankan di wê operasyonê de bi kar tînin.

 

Di heyama çend mehên bihorî de, çendîn şer û pevçûn li navçeyên sînorî yên Makoyê di navbera hêzên Îranê û gerîlayên PKKê û PJAKê de çêbûbûn, ku di encama wan şer û pevçûnan de hejmarek pasdarên Îranê hatibûn kuştin û çend gerîlayan jî canê xwe ji dest dabûn.

 

Derbarê wê operasyona Îranê de, heta niha ne PKKê û ne jî PJAKê ku baskê PKKê yê li Rojhilatê Kurdistanê ye, ti daxuyanî nedane.

 

Birêveçûna wê operasyona leşkerî li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, piştî serdana Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran, General Husên Selamî bo parêzgeha Urmiyê tê. Husên Selamî di wê serdana xwe de ku çend roj berî niha pêk anîbû, serdana bilindahiyên ser sînorê Pîranşar û Serdeştê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin