Îranê kolberek din kuştin

Îranê kolberek din kuştin

Îro roja pêncşemê hêzên emnî yên Komara Îslamî ya Îranê sînorê bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd kirin armanc û kuştin.

A+A-

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê îro roja pêncşemê 13.08.2020an raportek belav kirîye û di wê raportê de ragihandîye spaya pasdarên Îranê li bajarê Bane yê teqe li karwanekî kolberan kirîye û di encamê jî de kolberek mirîye.

Hengawê belav jî kirîye navê wî kolberê hatîye kuştin Hadî Xidirî ye û xelkê gundê Zêwîyê ye li Baneyê.

Di meha Tîrmehê de 6 kolber ji alîyê Îranê ve hatibûn kuştin û 14 kolber jî birîndar bibûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin