Îranê daxwaza 'bêçekkirin û bilez derxistina' partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

Îranê daxwaza 'bêçekkirin û bilez derxistina' partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir

.

A+A-

Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê di civînekê de li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, daxwaza “bêçekkirin û derxistina bilez” a partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê kir.

Elî Şemxanî, Sekreterê Encûmena Bilind a Asayişa Niştimaniya Îranê ragihandiye, zêdebûna tevgerên bi gotina wî, “grûpên terorîstî” li Herêma Kurdistanê “dilgiranker e.”

Şemxanî herwiha ji Mistefa Kazimî re gotiye, “ew tevgerana ewlehiya sînorên navbera herdu welatan têk didin” û daxwaz kiriye, “pêwîst e ew grûpên han di demeke herî nêzîk de bên bêçekkirin û bilez ji Iraqê bên derxistin.”

Roja Duşemê 6ê Îlona 2021, Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr ragihandibû, tevî ku wan çend caran berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji tevger û çalakiyên “hêzên dijberê Komara Îslamî” agahdar kirine, lê belê ti encamek wan agahdarkirinan nebûye û gef xwaribû ku ew dê bersivekî tund bidin.

General Mihemed Pakpûr gef xwaribû ku ew dê êrişî binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bikin û gotibû, sebra wan li hember tevger û çalakiyên “hêzên dijberê Komara Îslamî” bi dawî bûye. Pakpûr daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kiribû, ku ji binke û baregehên wan partiyan dûr bikevin daku di dema êrişê de zirar negihije wan.

Piştî sê rojan, Îranê di herdu rojên 9 û 10ê Îlonê de, bi dron û topan dest bi bombebaran û topbarankirina sînorê Sîdekan û Balekayetî kir.

Li aliyekî din, PDKÎ jî ragihandiye, ku Îran di êrişên xwe de dronên xwekuj bi kar aniye û diyar kiriye, hêzên wan droneke Supaya Pasdaran a Îranê l navçeyên sînorî xistine xwarê û wêne û dîmenên wê drone jî belav kirin.

Zêdeyî heftiyekê e ku Supaya Pasdaran a Îranê topxaneya xwe li bilindahiyîn Dolmeydan a qezaya Şino ya Rojhilatê Kurdistanê bicih kiriye û ji wê derê ve navçeyên Başûrê Kurdistanê topbaran dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin