Îran- Xwepêşandanan li Tehranê jî dest pê kir

Îran- Xwepêşandanan li Tehranê jî dest pê kir

.

A+A-

Xwepêşandanên beriya bi 11 rojan li eyaleta Xuzistanê dest pê kiribû li derbasî gelek eyaletên din ê Îranê bûne û îro li Tehranê jî xwepêşandanan dest pê kiriye.

Ajansa BBC û çend medyayên din çend kurtevîdyo ji xwepêşandanên xelkê li caddeyên Tehranê belav kirine û  ragihandine îro roja duşemê 26.07.2021ê li Tehranê jî bi sedan xelk rijiyane ser caddeyan û dest bi xwepêşandanê kirine li dijî rejimê û dirûşme berz kirine.

Ligor heman çavkaniyan di kurtevîdyoyan de tê dîtin ku xwepêşander dibêjin, ‘’mirin ji bo dîktator’’ û daxwazê ji polîsan dikin ligel xelkê bin ne ligel desthilatdaran.

Ev xwepêşandanên cemawerî yên xelkê Îranê di demekê de ye ku şepola pêncem a Koronayê Îranê girtiye û rewşa tendirustî metirsîdar e.

Beriya bi 11 rojan li eyaleta Xuzistanê ji ber nebûna xizmetguzarî, av û karebayê xelk daketin xwepêşandanê û ew xwepêşandan derbasî Îsfahan, Loristan û Kirmaşan û Tebrîzê jî bûn.

Ligor rêxistinên mafê mirovan di wan xwepêşandanan de heta niha 10 xwepêşander ji aliye Komara Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin