Îran û Sûrîyê rêkeftineke serbazî îmze kirin

Îran û Sûrîyê rêkeftineke serbazî îmze kirin

Îran û Sûrîyê rêkeftineke serbazî îmze kirin û Îran dixwaze sîstema berevanîya esmanî ya Sûrîyê pêş bixe.

A+A-

Li gor nûçeya Rûdawê Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî, duh 8ê Tîrmehê serdana Sûrîyê kir û li Şam a paytexta wî welatî ligel Wezîrê Berevanîyê yê Sûrîyê Elî Ebdullah Eyûb civîya, di civînê de rêkeftineke serbazî îmze kirin ku dîmenê îmzekirina rêkeftinê di medyaya Îranê de hat weşandin.

Berpirsekî serbazî yê Îranê ji medyaya welatê xwe re axivîye û gotîye, Îran û Sûrîyê rêkeftineke serbazî û emnî îmze kirine û armanca wan ew e ku hevahengîya serbazî û teknîkî di warên cuda de pêş bixin.

Ew berpirs dibêje, di rûbirûbûna grûpên cîhadî de ku weke grûpên tekfîrî bi nav kir, ew piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dikin.

Her di civînê de Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê û Wezîrê Berevanîya Sûrîyê tekez kirine, ku divê hêzên bîyanî ji Sûrîyê derkevin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûrîyê SANA jî ragihandîye, Şamê û Tehranê lihevkirineke leşkerî ji bo bihêzkirina alîkarîya leşkerî û ewlekarî di navbera artêşên herdu welatan de îmze kirine.

Di konferanseke rojnamevanî de, Wezîrê Berevanîyê yê Sûrîyê Elî Ebdullah Eyûb ragihand, ku peywendîyên Şam û Tehranê di warê leşkerî û ewlekarîyê de berdewam in û ew dê wan peywendîyan pêş bixin.

General Baqirî jî amaje bi rola Tirkîyê li Sûrîyê û destwerdanên wî welatî kir û got, pêwîst e Tirkîye pirsgirêkên xwe yên li gel hikûmeta Sûrîyê bi danûstandinan çareser bike,

Baqirî herwiha rexne li Tirkîyê jî girt û got, Tirkîyê sozên xwe yên ku li Astana dabû, baş bi cih nekirîye.

Îran yek ji hevpeyman û piştevanên serekî yên hikûmeta Sûrîyê û serokê wê Beşar Esed e, ku roleke giring di mana Beşar Esed li ser kursîyê desthilatê heye.

Piştî Bihara Erebî di 2011an de Îranê bi pratîkî piştgirîya rejîma niha ya Sûrîyê kirîye, çi bi rêya şandina şêwirmendên leşkerî be, yan şandina grûpên çekdar ji Iraq, Lubnan û Afganîstanê bo Sûrîyê, daku şerê opozisyona wî welatî bi wan bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin