Îran: Rabûna lehiyan xisarên canî û malî yên zêde li pey xwe aniye

Îran: Rabûna lehiyan xisarên canî û malî yên zêde li pey xwe aniye

.

A+A-

Pêka amarên nû yên li derheq rabûna lehiyan li 7 parêzgehên Îranê, 53 kesan canê xwe ji dest dane û 16 kes jî bê çarenivîsin û xisarên malî yên gelek zêde he ne.

Çend rojan berî niha li parêzgehên weke “Sîstan û Belûçistan, Kohgêlûye û Boyer Ehmed, Çarmehal û Bextiyarî, Kirman, Yezid, Tehran, Fars, Mazenderan û çendîn parêzgehên din” lehî rabûye û parêzgeha Tehranê zêdetirîn xisara canî û malî dîtiye.

Bi sedema barîna zêde ya baranê, bendav tijî av bûne û rabûna lehiyan xisarên zêde yên canî û malî gihandiye deverê û heta niha 53 kesan canê xwe ji dest dane û 16 kes jî bê çarenivîs in.

Di piraniya bajar û parêzgehên Îranê de bayên xurt û lêdana birûkan didomin û tê texmînkirin ku ew rewşa heta roja Duşemî ya vê heftiyê dê bidome.

Rabûna lehiyan di piraniya parêzgehên Îranê de xelkê deverê tûşî pirsgirêkan kiriye û ti alîkariyek nagihîje destê xelkê û piraniya rêyên hatinûçûnê qut bûne.

Çavkanî / Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin